Cenazeyê Yilmaz ê li girtîgehê hate qetilkirin, hate veşartin

Girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz ê li Girtîgeha Rihayê hat qetilkirin, li navçeya Xelfetiyê hate veşartin.

Girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz (67) ê doh bi şev li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê hate qetilkirin, li goristana taxa Gogan a navçeya Xelfetiyê hate veşartin. Cenazeyê Yilmaz ji Saziya Tiba Edlî hate wergirtin û bi karwanekî ku ji sedan wesayitan pêk dihat, birin taxa Goganê. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Rihayê û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn.

Omer Ocalan beriya merasîmê axivî û bi bîr xist ku ew rewşa tenduristiya Yilmaz birine rojava Meclîsê û serî li ATK’ê dane û wiha dewam kir: “ATK’ê biryar digre û dibêje ‘dikare li girtîgehê bimîne’. Em ê ji vê rewşê re çi bêjin. Ev ne neyartiye? Ev ne hiqûq a neyartî ye? Ev ne mirinek ji rêzê ye. Kesên ku ev kesê ku bi dengê gel hate hilbijartin ber bi mirinê re birin, li girtîgehê hiştin û kesên ku li ba wan kesan cih girtin, berpirsiyarê qetilkirina Yilmaz in. Gelê Gogan xwedî li şehîdê xwe derketin. Di cenazeyan de naye axaftin lê, ev cînayete. Di vê cînayetê de berpirsiyariya girtîgehê, Serdozgeriya Rihayê, nexweşxane, Meclîs û ATK’ê heye.Divê gelê Kurd xwedî li rûmeta xwe derkeve û li dijî vê bêwijdaniyê derkeve. Tişta ku layiqê gel dibînin kuştine. Li dijî feraseta ‘Kurdê herî baş ya mirî ye’ em li vê derê ne. Hevreyê me Bazo serê xwe li hemberî zaliman ne tewand.”

Parlementerê HDP’ê Ayşe Surucu ê bi Bazo Yilmaz re xebat kiriye wiha got: “Bi awayekî ne qanûnî qeyûm avêtin cihê hevalê me û ew kirin di nava çar diwaran. Hevalê me Bazo 6 sal berê hate girtin. Di girtîgehan de li dijî girtiyên siyasî polîtîqaya îmha û înkarê heye. Her roj li girtîgehan cenaze tên. Berpirsiyariya cenazeyên ku li girtîgehan tên rejîma AKP-MHP’ê ye.”

Piştî axaftinan Bazo Yilmaz ji aliyê hezaran kesî vê bi dirûşmên “Şehîd namirin” heta li ser gora xwe hate hilgirtin. Piştî wecîbeyên olî hate veşartin.

Girseya gel piştî merasîmê serdana Cafer Yilmaz ê ku birayê Boza Yilmaze kirin. Malbat di saetên êvarê de li Mizgefta TOKÎ ya li taxê sersaxiya gel qebûl bikin.

Qetilkirin Yilmaz doh bi şev bi rêya telefonê ji malbata wî re hatibû gotin. Boza Yilmaz di 8’ê Sibata 2021’an de ji bo pirsgirekên tenduristiyê rakiribûn Saziya Tiba Edlî û rapora dikare li girtîgehê bimîne hatibû dayîn. Yilmaz ku nexweşê ji ber nexweşiya KOAH’ê bi cîhaza oksîjenê jiyan dikir. Yilmaz ê ku Serokê berê ya şaredariya bajaroka Goganê û endama nû ya Meclîsa Şaredariya Xelfêtî bû, di 12’ê Kanûn 2016 bi îdiaya ku endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye hate destgîrkirin. Di sala 2018’an de jî bi îdiaya “endamê rêxistinêye” 9 sal cezayê girtîgehê li Yilmaz birîn.