Cenazeyê xebatkarê KOMAW’ê Bavê Huseyîn spartin axê

Cenazeyê xebatkarê Komîteya Malbatên Şehîda bavê şehîd Ehmed Remo (Bavê Huseyîn) ê li Elmanyayê dijiya, bi merasîmekê li Dermenhorsê spartin axê.

Xebatkarê KOMAW’ê bavê şehîd Ehmed Remo (Bavê Huseyîn) ê ku 4’ê Gulanê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li bajarê Delmenshorst a Elmanyayê spartin axê.

Bavê ê Huseyîn hemû jiyana xwe ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê feda kir, bi dirûşman spartin axê.

KON-MED ê têkildarî wefata Bavê Huseyîn axivî got: “Bavê Huseyîn ji ciwaniya xwe ve li Rojava heta niha ji bo Têkoşîna Azadiya Netewî karên mezin kir. Kureke wî bi navê Huseyîn di nava Tevgera Azadiya Kurd de şehîd bû. Ji roja hatî Elmanya û vir ve heta dawî kar kir, demekê aktîf di nava PYD’ê de kar kir.

Demekê Hevserokatiya Saziya Malbatên Şehîdan û Xizmên Windayan (KOMAW) kir. Herî dawî di nava rêveberiya saziyê de rolek aktîf girt ser milê xwe. Bavê Huseyîn bi salan bê westan mîna milîtaneke ji bo azadiya gelan têkoşîn kir. Ji temenê xwe zêdetir tam 37 salan bê navber heta nefesa xwe ya dawî ji bo gel û welatê xwe xizmet kir.”