Cenazeyê Vedat Erkmen di bin dorpêça polîsan de hate veşartin

Cenazeyê Vedat Çem Erkmen ku li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê hate qetilkirin di bin dorpêça polîsan de hate veşartin.

Cenazeyê Vedat Çem Erkmen ku doh li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê hate qetilkirin, bi şertê ku tenê endamên malbatê lê amade bin bi merasîmekê li bajarokê Pazarcix a navçeya Dîgorê ya Qersê hate veşartin.

Cenaze di bin zext û zordariya polîsan de serê sibehê ji Stenbolê anîn bajarokê Pazarcixê yê Qersê.

Ketin û derketina bajarok ji aliyê polîs û leşkeran ve hate dorpêçkirin, piştî bicihanîna wecîbeyên olî di bin zexta polîsan de cenaze birin goristana bajarok.

Destûr hate dayin ku tenê endamên malbatê tevlî merasîmê bibin. Piştî ku cenaze hate veşartin jî polîs û leşker li bajarok man.