Cenazeyê Tûran hat veşartin

Cenazeyê Ramazan Tûran ê 70 salî ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hat veşartin.

Ramazan Tûran (70) ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê di hucreya yek kesî de dihat girtin jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Tûran ê ku di nava tabûtekî de ku li dartaşxanê hatibû çêkirin bi wesayîteke taybet a ji aliyê malbatê ve ji Wanê birin Colemêrgê. Li wir tevî ku melayê taxê tevlê nebû jî wecîbeyên wê yên olî hatin bi cih anîn û bi merasîmekê ku bi sedan kes tevlê bibûn cenaze hat veşartin.