Cenazeyê Kalo hate veşartin

Cenazeyê Yilmaz Yakût (Kalo) ku zanyarê Kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) jê re digot 'yek ji generalên min ên biçûk e', hate veşartin.

Kalo ku demeke dirêj ji ber nexweşiya kanserê dihate dermankirin, li mala xwe ya li navçeya Peyasê ya Amedê jiyana xwe ji dest da.

Kalo di salên 1990'î de ku zexta dewleta Tirk giran bû, rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem belav dikir. Lewma jî bû yek ji sembolên çapemeniya azad.

Kalo yek ji belavkarên rojnameyê bû ku ji aliyê Apê Mûsa ve weke "generalê min ê biçûk" hatiû pênasekirin.

Cenazeyê Kalo li navçeya Baglarê li Goristana Yenîkoyê hate veşartin.

Hevalên Yakût ên belavkarên rojnameyê, kedkarên apemeniya azad, endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, nûnerên Rêxistina HDP'ê ya Bajêr jî di nav de gelek kes tevlî merasîma veşartina cenaze bûn.

Piştî merasîmê malbata Yakût li Mala Sersaxiyê ya Şaklat a li Dîclekentê serdanên sersaxiyê qebûl dike.