Cenazeyê Guneş ê ku leşkeran qetil kir hate veşartin

Cenazeyê Ercan Guneş ê li naveya Qisle ya Dersimê ji aliyê leşkeran ve hate qetiklirin hate veşartin.

Cenazeyê Ercan Guneş ê ajokarê mînîbusê yê ku di encama bomberdûman hewanan a di çarçoveya operasyona leşkerî ya li nêzî Gundê Han a girêdayî navçeya Qislê ya Dersimê de hatibû qetilkirin, hate veşartin.

Destpêkê cenazeyê Guneş ê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû, Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê û paşê jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê. Piştî otopsiyê malbatê cenaze wergirt û ew birin gundê Xacerê. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Guneş hat veşartin.