Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Şahîn û Baysal  hatin veşartin

Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Şahîn Acar û Bahoz Baysal ku Kerborana Mêrdinê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê hate veşartin.

Di 9’ê Kanûnê de li taxên Îwan û Xelîla yên navçeya Kerboran a Mêrdinê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Gerîlayên HPG’ê Şahîn Acar  (Rojger) û Bahoz Baysal (Rûbar Kerboran) yên ku di şerê li vê derê şehîd bûbûn, cenazeyê şehîdan ji aliyê sedan welatiyan ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdinê hate girtin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Acar li Goristana Micir Sefa ya navçeya Kerboranê hate veşartin û polîsan destûr neda cenazeyê gerîlayê HPG’ê Baysal were veşartin. Li vir ji aliyê polîsan ve gef li malbata Baysal hate xwarin.

Li ser vê jî cenazeyê Baysal birin Êlihê. Li Goristana Asrî bi beşdarbûna rêveberên HDP, DBP’ê û sedan welatiyan merasîmek hate lidarxistin. Piştî wacibên olî cenazeyê Baysal bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ li goristanê hate veşartin.