Cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Ramazan Gurkan spartin axê

Gêrîlayê HPG’ê Ramazan Gurkan (Adir Xizginos) ê di şerê 9’ê Hezîrana 2020’an li Farqîn a Amedê de şehîd bûyî, bi merasîmek girseyî li Goristana Xizginos a gundê Rîz a girêdayî navçeya Dêra Hênî ya Çewlîgê spartin axê.

Gêrîlayê HPG’ê Ramazan Gurkan (Adir Xizginos) ê di şerê 9’ê Hezîranê de li Farqîn a Amedê şehîd bûyî, 24’ê Tebaxê ji aliyê sedan kesî ve bi merasîmekê li goristana Xizginos a gundê Rîz a Dêra Hênî ya Çewlîgê spartin axê.

Pismanê Gurkan ê di sala 2013’an de tevlî nava refên gêrîla bûyî Masûm Gurkan di berxwedana Sûrê de, xwişka wî jî sala derbasbûyî li Botanê şehîd bûbû.

Malbata Gurkan ê cenaze roja 24’ê Tebaxê ji morga nexweşxaneya Amedê standîn, bi merasîmeke girseyî li goristana Xizginos a gundê Rîz spartin axê.