Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Olçen hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erhan Olçen ku li Licê şehîd bû, piştî 108 rojî di bin dorpêça polîsan de hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erhan Olçen ku di 3'ê Mijdara 2019'an de li navçeya Licê ya Amedê di şer de şehîd bû, piştî 108 rojî radestî malbata wî hate kirin.

NEHIŞTIN KES TEVLÎ MERASÎMÊ BIBIN

Cenazeyê Olçen ku li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl dihate hiştin, doh êvarê radestî malbatê hate kirin. Malbatê di nava dorpêçiya wesayitên zirxî yên polîsan de cenaze bir Goristana Yenîkoyê. Polîsan her wiha nehiştin endamên MEBYA-DER û HDP'ê tevlî merasîmê bibin.

Cenaze bi merasîmeke ku tenê ferdên malbatê lê amade bûn hate veşartin.

Ji bo Erhan Olçen li Mala Şînê ya Farqînê ya li taxa Bagcilar a navçeya Baglarê serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin.