Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Koç hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ahmet Koç ê ku di 22’ê Cotmehê de li Mêrdînê şehîd bûbû, bi şev hate veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Ahmet Koç (Şoreş Amed) tevî gerîlaya YJA Starê Songul Ozgun di 22’ê Cotmeha 2021’an de li bejahiya gundê Qurdîsê ya herêma Omeriyan a Mêrdînê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê koç li goristana bêkesan hatibû veşartin. Piştî ku malbatê nimûneya xwînê da û nimûneyan hev girtin, cenaze teslîmî malbatê kirin.

Malbatê bi şev cenaze li Goristana Seyrantepe ya Bismilê veşart. Gelek kesan li pêşiya goristanê  cenaze pêşwazî kirin. Lê polîsan ji xeynî malbatê destûr neda ku kes tevlî merasîma cenaze bibe

Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Koç hate veşartin.