Cenazeyê Dalkiliç ê HPG'yî piştî 9 mehan hate veşartin

Yusuf Dalkiliç ê HPG'yî ku par li Çewlikê di şer de şehîd bûbû û li goristana bêkesan hatî veşartin, malbatê cenaze derxist û veşart.

Cenazeyê gerîlayê HPG'yê Yusuf Dalkiliç (Hakî Çermik) ku li çoltera Dara Hênê bi êrîşa hewayî ya artêşa Tirk 19'ê Kanûna 2017'an li gel sê hevalê xwe şehîd bûyî, li Meletî li Goristana Bêkesan hatibû veşartin. Piştî hewldana malbatê ku, piştî bi 9 malbatan cenaze duh radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê Dalkiliç ji cih hate derxistin û malbatê şevê dî bire gundê Kalecîkê ya Çermûka Amedê.
Di dema veşartina cenaz  de Parlamenterê HDP'ê Hişyar  Ozsoy û rêveberên HDP'ê jî hazir bûn.

LEŞKERAN ZEXT KIR
Piştî vegera li ser cenaze leşkerên Tirk wesayit sekinandin. Dema kontrolê leşkeran ku plan kiribûn nehêlin Hişyar Ozsoy biçe ser cenaze, gotine Ozsoy te çawa xwe gihandiye ser cenaze.