Cenazeyê Bûlût ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, tê oxirkirin

Cenazeyê endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bûlût, ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin, dibin mizgefta Ehmedê Hacî Elî. Xelkê berê xwe da Silêmaniyeyê.

Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê êriş bir ser endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bûlût. Yasîn Bûlût bi çar fîşekên li bedena wî ket, şehîd bû.

Cenazeyê Yasîn Bûlût ji Navenda Tipa Edlî hate wergirtin û bi konvoyeke mezin a ji wesayitan dibin mizgefta Ehmedê Hacî Elî. Ji tevahiya bajarên Başûrê Kurdistanê xelk berê xwe dide Silêmaniyeyê. Cenaze bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" anîn mizgeftê. Heta ku gel bicive wê cenaze li mizgeftê bê hiştin, piştre jî ber bi cihê lê bê veşartin bê şandin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê di nava rojê de daxuyaniyek dabû û gotibû, "Dewleta Tirk, hevalê me Yasîn Bûlût (Şukru Serhat) li pêşiya mala ku lê dima bi rengekî hovane qetil kir. Ji bo xwedîderketina li Yasîn Bûlût helwestnîşandanê em bang dikin."