Cenazeyê Boçnak nedan malbatê

Cenazeyê girtiyê nexweş Alî Boçnak ê şehîd bûyî, hîn radestî malbatê nekirine.

Girtiyê nexweş Alî Boçnakê 76 salî ku sala 2009'an li Qersê hatibû destgîrkirin û 7 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, vê sibehê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê jiyana xwe ji dest da. Cenaze ji girtîgehê girtin û birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Patnosê û li wir testa vîrûsa koronayê hate girtin.

MALBAT 10 SAETAN HATE RAWESTANDIN

Malbata Boçnak ji bo derketina encama testê 10 saetan li ber dergehê nexweşxaneyê rawestiyan. Bi derketina encama negatîf a testê re, cenaze ji bo rapora tiba edlî bigrin, ketin li ser rêya Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê.

Cenaze hîn radestî malbetê nehatiye kirin.

Hate zanîn ku wê cenazeyê Alî Boçnak li warê wî Qersê were veşartin.