Cenazeyê Ayhan bi dirûşmeya ‘şehîd namirin’ hate pêşwazîkirin

Cenazeyê parlamenterê berê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan ku li bajarê Hewlêrê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, li Silopiyê bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ hate pêşwazîkirin.

Heyeta HDP'ê û malbata Îbrahîm Ayhan ku ji bo cenaze bigirin çûbûn Hewlerê, piştî cenazeyê Ayhan wergirtin hatin sîlopî. Cenazeyê Ayhan li ser deriyê sînor bi girseyî û dirûşmeya "Şehîd namirin" pêşwazî kirin. Siyasetmedarê kurd Îbrahim Ayhan ku serdemekê parlamenteriya BDP'ê û 2 serdeman parlamenteriya HDP'ê ya Rihayê kir, di 20'ê Îlonê de li Bajarê Hewlerê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Heyeta HDP'ê ji bo cenazeyê Parlamenterê HDP'ê Ayhan bigirin di 20'ê Îlonê de ji Riha ketin rê û çûn Hewlerê. Heyeta ji Cîgirê Hevserokê Giştîyê HDP'ê Alican Onlu, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, rêveberê HDP'ê Omer Onen û hevjîna Ayhan Rezan Ayhan pêk dihat çûn Hewlerê. Heyetê bi merasimekê cenazeyê Îbrahim Ayhan ji Hewlerê wergirtin û hatin Silopî.

Heyetê piştî sînorê Xabûrê derbas kir derbasî navçeya Sîlopiya ya Şirnexê bûn. Girseya ku li ser sînor rawestiya bû, cenazeyê Îbrahîm Ayhan bi girseyî û dirûşmeya "Şehît namirin" pêşwazi kirin.

Girseya ku di navde xizmen Ayhan, endam û reveberên DBP û HDP'ê, nûnerên rêxistinen civaka demokratîk, Dayikên Aşktiyê, KCD, TJA  û gelek rêxistinên din hebûn li bajaroka Tilqebîne ya Sîlopiyê cenaze pêşwazî kir, piştre bi karwanek mezin derbasi Sîlopî bûn.

Heyet bi konvoyekê cenaze birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê. Dayika Îbrahîm Ayhan Zekiye Ayhan dema cenaze pêşwazî kir bi zorê li ser piyan ma û demên hestiyar jiya.

Piştî rapora otopsiyê, cenazeyê Ayhan ber bi Sîwerekê bi rê kirin. Cenaze û heyet Wê bi karwanek mezin di Sîlopî, Cizîr, Nisêbîn, Qoser Wêranşar re derbasî Navçeya Sîweregê ya Rihayê bibin.

Cenazeyê Ayhan wê sibê (24'ê Îlonê) roja duşemê li Goristana Nato ya Sîweregê bi merasîmeke girseyî  were veşartin.