Cemîl Bayik, agahiyên dawî yên ji Îmraliyê wergirtî eşkere kir

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, têkildarî agahiyên dawî yên ji Îmraliyê girtî û zextên li ser Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, bibîr xist ku piştî dagirkirina Efrînê heyetek çûye Îmarliyê û piştî hevdîtinan û şûnde zext û şertên tecrîdê hê zêdetir hatiye girankirin. Bayik têkildarî hevdîtinê agahiyên girîng parve kir.

Bayik nêzîkatiya CPT’ê ya ji bo mijara Ocalan bi zimanek tund rexne kir û anî ziman ev sazî bûye hevkarê polîtîkaya bazirganiya bi dewleta Tirk re.

Bayik destnîşan kir ku li dijî ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan ên ji nû ve jiyan di serî de li Kurdistan û Rojhilata Navîn da şînkirin, heye û anî ziman ku têkoşîna ji bo azadî, ewekarî û tenduristiya Ocalan, a li dijî faşîzmê di nav zikê hev de tê kirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, di axaftinên xwe de bal kişand ser van xisûsan:

‘PIŞTÎ KU OCALAN RED KIR, ASTA ZEXTAN ZÊDE BÛ’

Piştî daxuyaniya CPT’ê û şûnde hinek agahî gihiştin ber destên me, em ketin nava fikaran gelo piştî 2 salan daxuyaniya CPT’ê ya ku nû hate dayîn, dixwazin zext û êşkenceya li Îrmarliyê bi nixûmînin. Ji ber vê Birêz Karayilan ew daxuyanî da. Agahiyên ku gihiştin ber destê me, di pêvajoya Berxwedana Efrînê de heyetek çûye Îmraliyê. Hinek zext li ser Rêber Apo dane kirin, hat diyarkirin ku piştî Rêber Apo ev pêkanînên wan red kir, zext û tecrîd hê hatiye girankirin. Hat destnîşankirin ku pêkanînên hatin kirin têkildarî mijara Rojava û Efrînê ye, li dijî vê jî Rêber Apo helwestekî diyar raberî vê yekê kiriye. Li hemerî vê biryara Rêbertiya me radyo û tv jê hatine girtin, her wiha derfetên li gorî berê hatine tengkirin.

Ev agahî piştî dagirkirina navenda Efrînê û şûnde gihişte ber destê me. Ji xwe Birêz Karayilan di van rojan de ew daxuaynî da. Agahî hê nû hatibû girtin. Daxuyaniya CPT’ê ne têrker û pê bawer bû. Ji ber vê piştî van agahiyan û daxuyaniya CPT’ê me û hevrêyên me xiste nava fikaran. Ji bo vê Birêz Karayilan ji bo van fikaran bide nîşandan û bang li CPT’ê hate kirin ku bi erka xwe rabe û ji bo rayedarên dewleta Tirk hişyar bike daxuyaniyek bi vî awayî bi raya giştî re parvekiribû.

Agahiyên ku hatin ber destê me, ne agahiyên ku berpireh bûn. Kesê ku agahî jî dayî, gihandiye hinek yekîneyên têkildarî me, diyar kir dike ku di dema Berxwedana Efrînê de li ser Rêber Apo hine zext û pêkanîn jê hatiye xwestin, li ser vê yekê dema ku Rêber Apo ev yek nepejirandiye radyo û tv jê hatiye standin, pêdiviyên jiyanî lê hatine sînordarkirin.

‘RÊBERTIYA ME MIJARA HERÎ HESAS E’

Dema mijar dibe Rêbertiya me her agahî me dixe nafa fikaran û em cidî digirin dest. Bi taybet daxuyaniya CPT’ê ya piştî du salan û şûnde û li gel wê agahiyên gihiştine ber destê me, kir ku birêz Karayilan daxuyaniyek wiha bi raya giştî re parve bike. Dema ku Birêz Karayilan ev daxuyanî da bang li CPT’ê kir ku bi erka xwe rabe. Ji berê de jî ev daxuyanî ji aliyê tevgera me ve hatibû kirin kû divê CPT erka xwe pêk bîne, daxuyaniya ku hateiye dayîn, me têr nake, ji xwe me dabû diyarkirin ku divê bi erka xwe rabe. Ji ber ku di nava 2 salan de gelek tişt hatine guhertin. Di nava van du salan de li Tirkiyeyê gelek zext û êşkence hatin kirin,agahiyên berî du salan îro ti fêdeyê nade. Ma em dikarin rewşa beriya du salan a li Îmraliyê li gorî ya îro bigirin dest? Di pêvajoyeke li Tirkiyeyê her titş tê guhertin de, her wiha girtin û binçavkirinê li ser her beşê civakê û bitaybet şirîkatiya faşîzmê ya AKP-MHP’ê ya ku her Kurd li kû di be bila bibe em ê tine bikin, li gel daxuyaniyên CPT’ê yên berî du salan ya têkilarî Rêbertiya me rewşeke nayê pejirandine.

Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ya birayê Rêbertiya me Mehmet Ocalan a sala 2016’an û vir ve me ti agahî ji Rêbertiya xwe negirtiye. Têkildarî rewşa Rêbetiya xwe me agahiyên zelel nîne. Lê dem bi dem agahiyên mîna vê hatine ber destê me. Diçin li gel Rêbertiya me hevdîtina dikin, hinek pêkanîna dixwazin bidin kirin, lê Rêbertiya me ti tiştî li ber çavan nagire, diyar dike ku her tiştê pêwîst kir û ji niha û pê ve tişta ku ez bikim nîne. Ji derveyî vê tiştekî ji min nexwazin. Ji salekî nîv û vir ve ti agahî me negirtiye. Di pêvajoya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de hinek hevdîtin bi Rêbertiya me re hatine kirin û hinek daxwaz kirin, li gel vê Rêbertiya me ev daxwaz û pêkanîn redkiriye.

 ‘DAXUYANIYA CPT’Ê YA PIŞTÎ DU SALAN RÊ LI BER FIKARAN VEDIKE’

Ev mijar 40 milyon kesî têkildar dike, Tevgera me têkildar dike. Hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê têkildar dike. Gelê Rojhilata Navîn têkildar dike. Di vê pêvajoyê de daxuyaniya CPT’ê ya ku piştî du salan rê li ber fikar û pirsên bê bersiv dihêle. Ev daxuyaniya CPT’ê ya di pêvajoya asta herî bilind a zext û êşkenceyê her wiha dagirkirina Efrînê re tê wateya bê berpirsyariyê.

‘DIVÊ CPT BI ERKA XWE RABE’

Bi taybet piştî dagirkirina navenda Efrînê re agahiyên ku gihiştin me, her wiha di pêvajoya berxwedana xurt a li Efrînê dom dike, ji ber biryardariya Rêber Apo tê zanîn ku zext û tecrîd hê zêdetir hatiye girankirin. Di rewşeke asayî de divê CPT bi erka xwe rabe û li Îmraliyê hevdîtina bike û eger îxlaleke mirovî hebe, pêkanînên girtîgehê yên li gorî rêziknameyên Ewropayê nebe ji bo bi lezgîn van îxlalan bide derbaskirin, divê Konseya Ewropa helwesta xwe zelal raber bike.

‘ROJBÛNA RÊBER APO BÛYE ROJBÛNA GELÊN ROJHILATA NAVÎN’

Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn tê wateya ji nû ve dayikbûnê. Bi vê boneyê Rojbûna Rêber Apo pîroz dikim. Di van 69 salan de di serî de Rêber Apo ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê gelek tişt daye qezençkirin. Raman û Felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşverû bûye rêyeke ya seketin û girîng tê dîtin. Ji bo belavkirina raman û felsefeya Rêber Apo berxwedanekî pir mezin tê kirin.

‘DIJMINAHIYA LI DIJÎ RAMANÊ RÊBERTIYA ME YE’

Eger îro tecrîdekeî ku li ti deverên cîhanê nayê dîtin li ser Rêber Apo tê kirin heye, ev ji ber hêza raman û felsefeya Rêber Apo ye. Ji ber vê raman û felsefeyê Rêber Apo bû hedefa komploya hêzên hegonom. Rêber Apo li dijî sîstema modernîteya kapitalîst a ku rê li ber rizîna civakê û pirrengiya civakê digire, bi raman û pradîgmaya xwe ya modernîteya demorktaîk ku her civak bikare li ser bimeşe da avakirin. Ji ber ku sîtema hêzên emperyalîst miletgeriya Ereb, Faris û Tirk li ser her kesî dide ferzkirin. Rêbertiya me jî her demê li dijî vê derketiye. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo jî ji ber vê ye. Li cihên ku sîstema demokratîk a li ser ramanê Rêber Apo hatîn avakirin, ji bo vê êrîşî Efrînê hate kirin. Êrîşa li ser Efrînê hem li dijî gelê Kurd hem jî li dijî xeta Rêber Apo ya ku li wir hatiye avakirine.

‘RAMANÊ OCALAN JI ALIYÊ HER KESÊ VE HATIYE ERÊKIRIN’

Tevî hemû astengiyan jî ramanê Rêber Apo ji aliyê hemû Kurdan ve hatiye erêkirin. Yek ji armanca Komployê jî ew bû ku Rêber Apo û gel ji hev bide qûtkirin bû, ev pêk nehat. Îro ramanên Rêber Apo li her çar parçeyên Kurdistanê bi bandore. Gelê Kurd wê bi raman û felsefeya Rêber Apo di siberojê de azad bijî. Ji ber ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi ramanê Rêber Apo pêşengtiyê jig elan re dike.Li Rojhilata Navîn bi pêşengiya azadî û demokrasiyê wê serketin pêkan be. Ramanê Rêber Apo ne tenê ji aliyê Kurdan, ji aliyê Ereb, Fairs û Azeriyan ve jî xwedî ramanekeke ku ber bi azadî û demokrasiyê ve bibe ye.

‘HÊZÊN DESTPOTÎK JI PÊŞKETINA RAMANÊN RÊBER APO DITIRSIN’

Ti gelên Rojhilata Navîn nabêjin raman û felsefeya Rêbera Apo şaş e, heta Rêber Apo ne tenê serokê gelê Kurd, dibêjin rêberê me tevan e, bi vî rengî xwedî li Rêber Apo derdikevin. Ji ber vê yekê ye li Rojhilata Navîn hêzên destpotîk ji ramanên Ocalan ditirsin. Ji pêşketina ramanên Ocalan mirina xwe dibînin. Ji bo vê hem di aliyê dijminahiya li hember Kurdan û paşverûtiya gelên Rojhilata Navîn faşîzma AKP-MHP’ê dijminahiya Rêber Apo dike. Dixwaze ramanê Ocalan û her kesê li pey dimeşe tine bike.

‘KÎ RAMANÊN OCALAN BIPARÊZIN FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê DIJMINÊ WAN E’

Faşîzmim û desthilata Erdogan li Rojava dibêje PYD û YPG. Li wir PKK nîne, li wir ji ramanên Rêbertiya me ditirse. Kî ramanên Ocalan biparêze, xwedî wî ramanî be û bixwaze wî ramanî belav bike li dijî wî dijminahiyê dike. Ne Tenê Kurd, Ereb û Suryanî jî xwedî li ramanên Rêber Apo derdikevin. Faşîzma AKP-MHP’ê dijminê wan e. Eger ku meclîsa Reqa ramanê Ocalan erê bike û li ser jiyaneke nû bide avakirin wê dijminahiya wan jî bike. Ew ne PKK ne, ma wê biçin wan jî tine bikin. Ji ber ku li Şengalê ramanên Rêber Apo diparêzin, vê weke sûc dibînin. Kî ramanên Ocalan rast bibîne û bixwaze li ser wê jiyanek demokartîk bide avakirin, weke dijmin dibîne, ji bo xwe xeter dibîne û dixwaze tine bike. Dijminahiya faşîzma AKP-MHP’ê bi temamî li dijî pêşketina raman û felsefeya Rêber Apo ye. Dijminahiya li Şengalê ji bo çi di rojevê de ye. Ji ber ku dibêjin; Êzidî ji ramanên Apoyiyan bi bandor bûne. dibêjin; “Hûn wisa nafkirin, dibin sêwaneke rêxistinkirina demokratîk de bi rêxistin nabin. Sîstema federalîzma demorkatîk pêş naxin, azadiya jinê bi rêxistin nakin!eger ku hûn bibin xwedî sîstemeke demokratîk, azadiya jinê pêş bixin. Sîstemek wekhev a aştîxwaz ava bikin, ez ê wir weke dijmin bibînim.” Dijminahiya Erdogan a ji bo Şoreşa Rojava ji vir tê.

‘YÊN DEMOKRASIYÊ DIBPARÊZIN CIH LI GEL BERXWEDANA KURDAN BIGIRIN’

Ramanên Rêber Apo bi teqez wê gelên Rojhilata Navîn demokratîk bike. Wê li ser bingehê azadiya jinê civak azad bibe. Eger ku yên ji bo xwe dibêjin em demokrat in, cih li gel demokrasiyê digirin, divê cih li gel têkoşîna gelê Kurd bigire. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd ne tenê ji bo xwe ye, têkoşîna demokratkirina Rojhilata Navîn e.

‘BÛNE ŞIRÎKÊN FAŞÎZMÊ’

Dewleta Tirk tecrîdekî pir giran li ser Rêbertiya me dide kirin, hevkarê vê sûcê giran ên dij mafê mirovahiyê jî Konseya Eropa ye. CPT jî hevkar e. Wan jî çavên xwe ji vê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê kirin girtine. Bi vî awayî hevdîtinên malabat û parêzeran tê astegkirin, têkiliyên wî yên bi derve re hatiye astengkirin. Bi vî awayî dixwazin rêgirî li belavbûn û pêşketina ramanên Rêbertiya me bigre. Ev tecrîdeke ne li dijî kesekê ye, di heman demê de li ser gelekê tê kirin; tecrîdekî li dijî mirovahiyê ye.

‘RÊBERTIYA ME JI BO ME HER TIŞT E’

Di mijara rewşa Rêbertiyê de Tevgera me ya Azadî û gelê me her dem bi hestiyar bûye. Jin, ciwan û hemû gelê me wê her dem vê hestiyariya xwe bidomîne. Tenduristî, ewlehî û azadiya Rêbertiya me ji bo me mijareke ku di  her çirkeyekê bi hestiyar bûne. Ji bo vê ji, ji niha û pê ve ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Rêbertî wê heman hestiyarî were nîşandan û her dem di nava çalakî û aktivîteyan de bin. Em destûr nadin ku ti deman rewşa Rêbertiya me ji rojevê were derxistin. Ti kes û ti hêz nikare hesasyeta me ya li dijî Rêbertiyê sist bike. Em ê her dem ewlehî, tenduristî û azadiya Rêbertî di rojevê de bihêlin. Rêber Apo azad nebe, gelê Kurd azad nabe. Heta pêşketinên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd pêk neyê û pirsgirkên azadî, ewlehî û tenduristiya Rêber Apo nayên çareserkirin.

‘AZADIYA RÊBER APO Û GEL BI TÊKOŞÎNÊ PÊKAN E’

Ji bo tenduristî , ewlehî û azadiya Rêbertî pêk were ev tenê bi geşkirina têkoşînê dibe. Divê em xwedîderketina li Rêbertî wiha têbighinin. Heta ku têkoşîna azadiya gelê Kurd pêşnexin, têkoşîn li dijî politîkayên mêtînger, qirker ên faşîzma AKP-MHP li ser gelê Kurd neyê dayîn, agahiyên erênî yên li ser azadî, ewlehî û tenduristiyA Rêber Apo nayê bidestxsitin. Di rojeva me de ya esas li dijî mêtingerî, qirkirin û faşîzma AKP-MHP li ser gelê Kurd geşkirina têkoşînê ye. Rewşa Rêbertî jî bi têkoşînê ve girêdayî ye. Ji bo vê eger têkoşîna xwedîderketinê û têkoşîna azadiay gelê Kurd nebe yek wê çaxê xwedîderketinek rast li Rêbertî nayê kirin. Li ser vî bingehî divê hemû jin, ciwan, hemû gelê me, dostên me û hêzên demorkatîk enerjiya xwe ji bo pêşxistina têkoşîna azadiya gelê Kurd xerc bike.

‘GEŞKIRINA TÊKOŞÎNA GERÎLA XWEDÎDERKTINA LI RÊBER APO YE’

Di vê têkoşînê de gerîla cihê xwe dizane. Ji ber ku dewleta Tirk hemû pêdiviyên têkoşîna demokratîk ji holê rakiriye. Kesên qala têkoşîna demokratîk jî dikin davêjin zindanan û bêdeng dikin. Li ser vî esasê divê hemû kes piştgiriyê bide têkoşîna gerîla. Divê piştgiriyek bi hêz were dayîn. Divê jin û ciwan (keç û xort) piştgiriyek xurt bidin têkoşîna azadiyê û divê bi hêz tevlî têkoşîna gerîla bibin. Eger têkoşîna gerîla bi hêz were pêşxistin wê çaxê xwedî li Rêbertî derdikevin. Çalakiyên li metrepolên Tirkiye, bajarên Kurdistan û bajarokan hemû çalakiyên mezin biçûk girîng û bi nirxin.

‘DI XETA RÊBERTIYÊ DE EM Ê TÊKOŞÎNÊ GUR BIKN’

Divê di salvegera rojbûna Rêber Apo de hê bêhtir Rêbertî were fam kirin. Divê Rêbertî were fêmkirin û xwedî li Rêbertî derbikevin. Eger Rêbertî neyê fêmkirin û xwedîderketinek rast pêk nayê. Ji bo vê ji sala 2018’an di xeta Rêbertî de têkoşîn li çar parçeyên Kurdistanê geşkirin digrin dest. Mêtînger û qirker çiqas êrîş bikin bila bikin, di xeta Rêbertî de em ê têkoşînê geştir bikin û bi vê ve girêdayî êm ê têkoşîna tenduristî, ewlehî û azadiya Rêbertî bidin meşandin. Em ê fikrên Rêbertî bi piratîk bikin. Di sala 2018’an de nêzikatiya me ji bo Rêbertî wê wiha bibe. Em tenê qala girêdanbûnekî bi hestiyar nakin. Tenê girêdanbûna bi hestiyar, tenê bi gotina em girêdayî Rêbertî ne nabe û tenê bi çend çalakiyan jî ewlehî, tenduristî û azadiya Rêbertî pêk nayê. Ji bo vê ji bi têkoşîna azadiya gelê Kurd re li dijî faşîzmê bi têkoşîna demorkasiyê, têkoşîna azadî, ewlehî û tenduristiya Rêbertî bi hev re rêvebirnê esas bigirn.