Cemal Şerîk: Dagirtina qadên 1'ê Gulanê berpirsyariyeke dîrokî ye

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir ku dîktatoriya AKP/MHP'ê ji têkoşîna geşbûyî ditirse, lewma hewl dide 1'ê Gulanê qedexe bike û bang li her kesî kir ku bi hev re têbikoşe.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran ji ANF'ê re axivî û di serî de kedkarên Kurdistanî û Tirkiyeyî cejn li karkeran hemûyan, gelan, bindestan û mezlûman pîroz kir.

Cemal Şerîk diyar kir ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ketine pêvajoyeke welê ku ji her demê bêhtir nêzî azadî û demokrasiyê ne û got, "Dîktatoriya faşîst a AKP/MHP'ê ji her demê bêhtir hatiye ber jihevketinê. Desthilatdariya wan gelekî lawaz bûye. Lewma têkoşîna hevpar, hevkariya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê vê desthilatdariya dîktatoriya faşîst a AKP/MHP'ê hilweşîne. Xwedî vê hêzê ye. Dîktatoriya faşîst a AKP/MHP'ê jî vê dibîne.

'JI HEVGIRTINA KEDKARAN DITIRSIN'

Ji ber vê yekê bi tirseke mezin dikevin 1'ê Gulana 2021'ê. Ditirsin ku kedkarên Kurdistanî û Tirkiyeyî qadên 1'ê Gulanê dagirin, ditirsin ku jin û ciwan li qadan dengê xwe bilind bikin. Ji hevgirtina kedkaran ditirsin. Ji yekîtiya gelan ditirsin. Ji ber vê yekê jî bi bahaneyên cuda hewl didin ku 1'ê Gulanê asteng bikin. Qedexeyê datîne. Ji bo qedexeyê jî hincetên cûr be cûr peyda dikin. Yek ji van bahaneyên wan jî Corona ye. Mîna ku yê beriya niha bi girseyî kongreyên partiyê li dar xist ne Erdogan e, kombûna mirovan û pîrozbahiyên wan qedexe dike. Lê belê kesên ku bi wî bawer dikin tenê bi vê hincetê dixapin. Gel û civak baş zane û dibîne ku ev îdîayên wî bêbingeh in û derew in."

'GELÊN TIRKIYE Û KURDISTANÊ DIVÊ TÊKOŞÎNEKE HEVPAR BIMEŞÎNIN'

Cemal Şerîk destnîşan kir ku ji ber vê yekê gel, kedkar, jin, ciwan, sosyalîst û şoreşger ji her demê bêhtir li qadan dest bi 1'ê Gulana 2021'ê dikin û got, "Desthilatdariya faşîst a AKP/MHP'ê vê dibîne. Lewma jî bi karekî berfireh hewl dide vê asteng bike. Ji astengiyên pratîkî jî wêdetir xuya ye wê serî li rê û rêbazên cuda jî bide. Tevî vê yekê nekarîne ji biryardariya kedkar û karkeran paşve gavê bidin avêtin. Kedkarên Kurdistanî û Tirkiyeyî rûyê rast ê dîktaotriya faşîst a AKP/MHP'ê dîtine. Hilweşîna dîktatoriya faşîst a AKP/MHP'ê tenê bi têkoşîna hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dibe. Ev yek fêhm kirine. Di 8'ê Adarê de jî ev yek nîşan dan, di Newrozê de jî. Di hilbijartinên beriya niha de jî ev yek nîşan dan.

Bi çalakî û pratîka xwe nîşan dan ku dema bi hev re têkoşînê bimeşînin, helwesteke hevpar nîşan bidin, hingî dîktatoriya faşîst a AKP/MHP'ê çi dike bila bike wê nikaribe li ser piyan bimîne. Xwe bi vê têgihiştinê ji 1'ê Gulanê re amade dikin. Bi vê biryardariyê xwe amade dikin. Bicihanîna vê yekê, dagirtina qadên 1'ê Gulanê wê bibe bersiva herî xurt û bi wate ya li dijî dîktatoriya faşîst a AKP/MHP'ê."

'DAGIRTINA QADÊN 1'Ê GULANÊ BERPIRSYARIYEKE DÎROKÎ YE'

Di dewama axaftina xwe de Cemal Şerîk bi bîr xist ku gerîlayên azadiyê û gelê Kurd ji 7 heta 70 salî têdikoşin û got, "1'ê Gulana 2021'ê tê wateya bilindkirina pêngava dema azadiyê. Pêwîste ev rastî bê dîtin û ji bo sosyalîst, şoreşger, demokrat, alîgirên têkoşîna azadiyê û antî kapîtalîst ên Kurdistanî û Tirkiyeyî, her wiha ji bo her kesên ku di nava faşîzma AKP/MHP'ê de paşeroja xwe nabînin, berpirsyariyeke dîrokî ye ku qadên 1'ê Gulanê dagirin. Ev wezîfe û berpirsyarî divê bi cih bê anîn."