Cemal Şerîk: Civak li ber mirinê ye

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir ku divê gotina, 'bêhn li mirovan çikiya ye' rast bê fêhmkirin û destnîşan kir ku bêhnçikandin tê wateya hatina ber mirinê.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk têkildarî Şehîdên meha Hezîranê ji ANF'ê re axivî.

BI HUSEYÎN CEHAVÎR DEST PÊ KIR

Cemal Şerîk anî ziman, ku meha Hezîranê ji roja destpêkê heta roja dawiyê meheke şehîdan e û destnîşan kir ku hem ji bo şoreşa Tirkiyeyê hem jî ji bo şoreşa Kurdistanê tê vê wateyê.

Cemal Şerîk got, "Roja destpêkê ya Hezîranê, salvegera şehadeta ewladê leheng ê gelê Kurdistanê, ji pêşengên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê Huseyîn Cevahîr e. Sala 1971'ê di rojên dawî yên meha Gulanê de tevî Mahîr Çayan li Maltepeyê di hundirê malekê de hate dorpêçkirin. Piştî dorpêçiya sê rojan, bi sûîqesta kontrgerîla şehîd bû. Huseyîn Cehavîr ji bo tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê xwedî roleke girîng bû."

Cemal Şerîk anî ziman, Huseyîn Cevahîr ku ji Dersimê bû, mîrateya şoreşgerî ya hevpar a gelên Krudistan û Tirkiyeyê bû û vegotina rastiya şoreşa yekbûyî ye ku divê di vê serdemê de jî bê parastin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk ragihand ku meha Hezîranê bi vî rengî destpê kir û bû xwedî taybetmendiyeke welê ku berxwedanên mezin lê bû û got, "Berxwedana mezin a karkeran a 15-16'ê Hezîranê ya 1970'î jî rastiyeke bi vî rengî radixe pêş çavan."

BERXWEDANA GEZÎ YA MEZIN

Di dewama axaftina xwe de Şerîk bal kişand ser Berxwedana Gezî û got, "Ya rast ew e ku Berxwedana Gezî weke rojên avabûna komuna Stenbolê bê nirxandin. Ber bi rojên dawî yên Gulana 2013'an, li Stenbolê di çarçoveya biryareke hikumeta AKP'ê ya faşîst êriş hate kirin."

Cemal Şerîk diyar kir ku li dijî vê êrişê, her kesên li dijî kapîtalîzmê tevlî berxwedanê bûn û wiha dewam kir, "Her kesên ku demokrasiyê dixwazin tevlî berxwedanê bûn. Her kesên sosyalîst, şoreşger, demokrat beşdar bûn. Oldar jî tevlî bûn. Mirovên ku demokrasiyê dixwazin, ên ku fikrê wan ê şoreşgerî, sosyalîst, demokrat tune bû jî tevlî vê berxwedanê bûn. Hawirdorparêz tevlî bûn, komunîst tevlî bûn, alîgirên klûbên futbolê tevlî bûn. Li dijî faşîzma AKP'ê kê demokrasî dixwest, kî li ber binpêkirina mafên mirovan, zext, mêtingeriyê radibû beşdarî vê berxwedanê bûn.

Di dema berxwedanê de berxwedêran xwe bi xwe bi rê ve birin. Berxwedêran komunên xwe bi xwe ava kirin. Meclîsên xwe ava kirin. Ewlehiya xwe kirin. Lewma Berxwedana Gezî berxwedaneke komun e. Di dîroka Stenbolê de berxwedaneke dîrokî ya ji Komuna Komunan e.

Di navbera şert û mercên wê demê û niha de zêde cudahî nîne. Zext û zordarî bi heman rengî dewam dikin. Ji wê demê girantir bûne. Mirov dibêjin; bêhn li me çikiya ye. Divê ev yek rast bê fêhmkirin. Bêhnçikandin tê wateya hatina ber mirinê. Civaka Tirkiyeyê, civaka Kurdistanê xistine vî halî. Wê demê Komuna Stenbolê, Berxwedana Gezî ya Hezîrana 2013'an dest pê kir, îro gelekî pêwîstî pê heye. Ji her demê bêhtir pêwistiya civakên Kurdistan û Tirkiyeyê bi berxwedaneke bi vî rengî heye."

ŞEHADETA SEMA YUCE

Cemal Şerîk diyar kir ku meha Hezîranê meheke ku yek ji milîtanên jinê yên pêşeng a şoreşa Kurdistanê Sema Yuce şehîd bû û got, "Di 17'ê Hezîrana 1998'an de Sema Yuce şehîd bû. Di meha Adarê de got, 'Du roj nabin' û berê xwe da Rêber Apo. di encama çalakiyê de 17'ê Hezîranê şehîd bû. Şehadeta hevrê Sema Yuce ji bo me gelekî hîndekar bû. Di vê demê de divê hîn bêhtir bê temsîlkirin.

Wê demê Rêber Apo bûbû hedefa dijmin. Beriya wê komplo hebûn. Di vê demê de jî tecrîda li ser Rêber Apo hatiye girankirin û komployên wê demê dest pê kirin niha jî bi rengekî girankirî dewam dikin. Ya ku li hemberî vê divê were kirin ew e ku bi ruhê Sema Yuce li dora Rêber Apo bicivin."

ROJA DAWÎ YA HEZÎRANÊ, ZÎLAN

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk ragihand ku roja dawî ya meha Hezîranê roja şehadeta Zîlan e û wiha dewam kir, "Bi vê çalakiyê dîrokeke nû nivîsand. Ji wê rojê ve divê encamên gelekî xurt bên wergirtin. Hevrê Zîlan 30'ê Hezîrana 1996'an şehîd bû. Şert û mercên niha û yên wê demê ji hev cuda nîne. Çawa ku qala çetebûyîna dewleta Tirk tê kirin, çawa ku qala mafyabûna dewletê tê kirin, sala 1996'an sala çetebûn, mafyabûna dewleta Tirk bû. Salên ku kuştinên bi destê kontrayan dihate kirin zêde bûbû. Li ser gel zexteke giran hebû. Li dijî vê yekê jî têkoşîneke çalak a gerîla hebû. Hevrê Zîlan di nava şert û mercên wiha de çalakiya mezin kir.

Di sala 1996'an de hewl didan komployên li ser Rêbertî bigihînin asteke nû. Di 6'ê Gulanê de li cihekî nêzî Rêber Apo bombe hate teqandin û bi vî rengî êriş li dijî jiyana Rêber Apo hate kirin. Hevrê Zîlan ji bo bersivê bide vê yekê ew çalakî kir. Îro jî zexteke giran li ser Rêber Apo heye. Di nava şert û mercên wê demê de çawa ku bi çalakiya hevrê Zîlan bersiv ji komployê re hate dayin, niha jî li ser rêya hevrê Zîlan divê li dijî zextên li ser Rêber Apo têkoşîn bê meşandin."

Di dawiya axaftina xwe de Cemal Şerîk şehîdên meha Hezîranê bi rêzdarî bi bîr anî.