Cejna Vejînê li Mexmûrê hate pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Maxmûrê 38’emîn salvegera Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê bi coşek mezin hat pîrozkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) duh bi şev 38’emîn salvegera 15’ê Tebaxê bi şahiyekî mezin hat pîrozkirin. Şahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê, bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya rojê Hevseroka Meclîsa Gel ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Filîz Bûdak axivî.

Filîz Bûdak di destpêka axaftina xwe de cejna vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên serê çiya û tevahî gelê welatparêz pîroz kir û got: “38’emîn salvegera ji mirinê şiyarbûyîn li tevahî gelê Kurd pîroz be. Guleya yekem bûye serhildan, têkoşîn û îrade. Guleya 15’ê Tebaxê li koletiyê hatiye xistin. Em bi rihê Fermandar Egîd li berxwedidin û xwe perwerde dikin. Ji bo wê, kes nikare gav bi me paş de bide avêtin. Em bi rihê 15’ê Tebaxê şiyar bûne û bûne xwedî vîn. Gerîlayên me niha bi vê rihî li hember çekên kîmyawî li berxwe didin. Em ji Mexmûrê silavên xwe yên germ ji gerîlayên niha li Zap, Avaşîn û Metînayê, li dijî dagirkeran şer dikin re dişînin. Îro em bi hebûna wan gerîlayan hene. Wê serkeftin bibe ya me. Ji ber ku xeta Egîd xeta aştî û azadiyê ye.”

Piştî axaftina vekirinê, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan, ên di derbarê cejna vejînê de bi sînevîzyonekî hat pêşandan.

Piştre Koma muzîkê a Kevana Zêrîn-Tev Çand, koma govendê ya Hêviyên Zap’ê, Hunermend Bager Medî û koma govendê ya Şehîd Ehmed Rûbar, bi muzîk û govendên xwe yên gelêrî reng dan şahiyê.

Her wiha ji der ve nûner û endamên Hizbî ŞÛÎ Kurdistan, Tevgera Goran, Pêşmergeyên Dêrîn û Yekitî Niştîmanî Kurdistan (YNK) tevlî şahiya 15’ê Tebaxê bûn û ev peyam dan:

Peyama Hizbî Komunîst ya Kurdistanê: “Berxwedana gelê Kurd serketiye. Ji ber berxwedana gelê Kurd, dijmin têk çûye. Gelê Kurd hertim aştîxwaz e, bi boneya cejna 15’ê Tebaxê tevahî şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û cejna tevahî gelê Kurd pîroz dikin.”

Peyama Tevgera Goran: “Cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê li tevahî Gelê Kurd pîroz be.”

Peyama Yekitî Niştîmanî Kurdistan (NYK) jî ji aliyê Fermandarê xwebex ê YNK’ê Xazî Feysal ve hat xwendin: “Em hatine pîrozbahiya 15’ê Tebaxê. Di vê şoreşê de li hemû aliyên Kurdistanê şehîd hatine dayîn. Em di vê roja pîroz de, banga yekitî û yekrêziya partî û rêxistinên gelê Kurd dikin. Pêwîstiya me bi yekitiyê heye, ji bo em bikarin hemû bi hev re di nava aramî de bijîn.”

Herî dawî Hozan Comert û Hozan Pashawa bi stranên xwe coş û moral dan gelê wargehê û pîrozbahî bi girtina dîlanê bi dawî bû.