Cara çaran e gundê Mijê yê Amêdiyê tê bombekirin

Artêşa Tirk a dagiker ji saetên sibehê ve gundê Mijê yê Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bombe dike.

Li gorî agahiyên hatin girtin artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer gundêm Mijê û derdorî wê piştî saetên nîvro dîsa bombe kir.

Êrîş li gorî saeta herêmî 05:30’î destpê kir. Saet heta 15:00’an herî kêm 11 cran bombe li gund hatiye barandin. Di dîmenên gihiştin ANF’ê de, ji herêmên hatine bombekirin dû biind dibe.