Cara 12. Emîne Şenyaşar vexwendin îfadedayinê

Emîne Şenyaşar a ku hevser û zarokên wê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, ji ber axaftinên ku di Nobeta Edaletê de kirî ji bo cara 12’an vexwedin ku îfade bide.

Emîne Şenyaşar a ku ji 9'ê Adarê û vir ve bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê birêve dibe, cara 12'an ji bo îfadedayînê hat vexwendin. Dayika Şenyaşar a li ber edliyeyê nobeda xwe digirt ji bo îfade bide bi parêzerên dozê re çû Serdozgeriya Komarê ya Rihayê.

Di roja 245’emîn a Nobeta Edaletê de tevî astengiyên ji Mêrdîn, Şirnex, Wan, Colemêrg, Amed, Êlih û Stenbolê jî zêdeyî sed Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan li ber edliyeyê çûn serdana malbatê. Di serdanê de hat îdiakirin ku dayik Şenyaşar di nalînên xwe de ‘heqaret li memûrê giştî kiriye’. Şenyaşar ku di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de sûcdarkirin qebûl nekir û got, “Ez tenê li edaletê digerim. Du zarokên min û hevjînê min hatin qetilkirin. Careke din bang li min nekin ku îfadeyê bidim, qatilê zarokên min bibînin."

Parêzer Alî Arslan jî diyar kir ku muwekîlê wî Şenyaşar nêzî salekê ye ku di Nobeta Edaletê de ye û got ku ev gotinên wê weke "heqaret" nayê dîtin. Arslan anî ziman ku divê derbarê komkujiya di 16'ê Hezîrana 2018'an de pêkhat de lêpirsîneke bi bandor bê kirin. Parêzerê Şenyaşar ê din Îbrahîm Öyke jî ragihand ku gotinên tên kirin ne heqaret in û divê di çarçoveya rexneyê de bên nirxandin.

Piştî îfadeyan dayik Şenyaşar bi parêzerên xwe re ji edliyeyê derket.