Canbexşên li qada cengê

Êvara 23'ê Nîsanê. Ev der Kurdistan e; welatê gelê Kurd ê mezlûm ku bi her awayî zilm lê tê kirin. Lê vê carê ne weke her carê ye.

Dewleta Tirk di heman roja 1915'an de jî dest bi sefereke bi vî rengî kiribû û dîrokek ji xwînê li pey xwe hiştibû. Yên bi dîrokê zanin, yên xwedî hiş û bîreke xurt e zanîbûn. Dîroka ji xwînê hinek tune kir, hinek jî mîna hesinê di nava êgir de tê qewînkirin veguheran ji pola. Vê êvarê wan fedayiyan xwe amade dikirin ku neviyên barbaran pêşwazî bikin, zanîbûn ku ew roj îroj e. Wan dixwestin fedayiyan tune bikin, fedayiyan jî amadekarî dikin ku derba dawî li artêşa qirker bixe.

SEFERA QIRKIRINÊ YA NÛ YA FAŞÎZMÊ

Bombardûmana ku nava rojê dest pê kir heta êvarê dewam kir. Sekin bi balafirên şer û helîkopterên êrişê nediket. Bi hêrseke mezin çiyayên Kurdistanê li dû hev bombe dikirin. Bi êvarê û şevê re artêşa qirker hîn bêhtir giranî dida ser bobardûmanê. Dawiya dawî dihate fêhmkirin ku rewş çi ye, ya ku dihate payîn pêk dihat. Piştî 106 salan faşîzmê dest bi sefereke nû ya qirkirinê kiribû. Derfetên xwe hemû seferber kir û radigihand ku li Kurdistanê dest bi sefera qirkirinê kiriye.

CENGÊ ÊDÎ DEST PÊ KIRIBÛ

Fedayî jî bi baldariyeke mezin li benda kêliya pêşwazîkirina dagirkeran bûn. Bi êvarê re li newalên Zagrosan dengê lehengên Kurdistanê bilind bû. Bi tilîyan dirûşma "Bijî Serok Apo" newalên kûr ên Zagrosan dihejand. Fedayiyan xwe berdabûn meydana cengê, dengê fîşeka destpêkê hatibû û êdî cengê dest pê kiribû.

HEWLDANA DANÎNA DAGIRKERAN LI SER GIRÊ MAMREŞO

Dagirkeran bombardûman sekinandin û li gel dehan helîkopteran hewl didan xwe li Girê Mamreşo deynin. Li hewayê jî fîloyek balafiran diçû yek dihat û timî ji nizm ve difiriyan ku bandora psîkolojîk bike. Mîna ku Osmanî bi sirûda mehter hewl dida leşkeran motîve bike, artêşa bi peyman a bi pereyan şer dike, artêşa firotî tenê bi dengê balafiran xwe ewle didît. Ji wan hebû ku bi wê qareqarê wê dinyayê fetih bikin. Serxweş ketibûn ku mîna kes tune ye û hatine pîknîkê.

HELÎKOPTER NIKARE DEYNE

Herdu helîkopterên destpêkê çawa ku xwe nizm kirin, gerîla lê reşandin. Li aliyekî doçka li aliyekî jî çekên sûîqestê yên Zagros ji çar aliyan ve lê dan. Dema ku devê tivingê germ bû, helîkopter di n ava çend deqeyan de bi hewa ket û neçar ma biçe. Bi vî rengî di raûnda destpêkê de gerîla bi ser ket. Ji cîhazên ragihandinê dengê dirûşm û tilîliyên serketinê bilind bû. Artêşa dagirker piştî ku helîkopter çû ji nû ve bi balafirên şer dest bi bombardûmanê kir. Fermandarê gerîla bi rêya cîhaza ragihandinê hişyarî da û got, 'Heval ev hîn destpêke, tedbîrên xwe werrbigirin, li dijî bombardûmanê xwe biparêzin. Wê ji nû ve biceribînin, lewma amade bin'.

VÎNA JI POLA

Balafirên şer bi bombeyên bi tonan, topbarana ji qereqolên li ser sînor û êrişa bi helîkopteran... Li Zagrosan dengê şer bilind dibû, mîna şerê navbera dewletan bû. Li wir du dewlet an jî şerê du hêzên bi qasî hev tune bû. Li wir tenê çend sed gerîla û artêşa NATO'yê şer dikir. Li dijî her cûre teknîka şer, tank, top û balafirên şer, îradeya ji pola şer dikir.

'LÊDE LÊDE, NEHÊLE XWE DEYNE'

Bi şev qada cengê giran dibû. Piştî bombardûmana giran a bi saetan dewam kir, artêşa dagirker ji nû ve hewl dida tevbigere. Di heman demê de li eniyên cuda jî heman liv û tevger hebû. Dengê helîkopteran li gelî û newalan bilind dibû. Piştî demeke kurt dengê çekên gerîla hat ku li helîkopteran didan. Gerîla bi rêya cîhazên ragihandinê hev koordîne dikir. Dengê tilîliya gerîlayên li dijî helîkopteran şer dikirin dihat; 'Lêde lêde, nehêle xwe deyne'.

ŞERÊ DESTPÊKÊ Û VEKIŞANDINA DAGIRKERAN

Şer bi şev giran dibe. Dagirkerên ku hewl didin ji bejahî ve bi pêş ve bên û xwe bigihînin tunelên şer ên gerîla, tên şopandin. Gerîlayên ku bi şîfre bi hev re diaxivin, cih û hejmara yekîneya dijmin radigihîne. Komeke din a gerîla jî amadekariya çalakiyê dike. Fermandarê gerîla timî bi bêtêle bi şîfre anonsan dike û ji wan re qala liv û tevgera dijmin a li herêmê dike. Piştî demeke kurt şer dest Pê dike. Gerîla derba destpêkê li yekîneya dijmin a ku dişopand dixe. Şerê destpêkê 20 deqeyan dewam dike û dijminê ku gelek kuştî da xwe vedikişîne. Piştre bombardûmana giran li herêmê tê kirin.

HER CARA KU DICERIBÎNIN GELEK KUŞTIYAN DIDIN

Tarîtiya şevê bi topbaran û bombardûmana bi tonan a balafirên şer ronî dibe. Artêşa dagirker hewl dide ku cihê yekîneyên gerîla tespît bike, lê her cara ku hewl dide, derbê dixwe. Dagirkerên ku nikarin bi pêş ve biçin bombardûmana giran li tunelên şer ên gerîla dibarînin. Gerîla jî her ku bombardûman tê kirin xwe ewle dikin û dema ku bombardûman disekine û dagirker hewl dide bi pêş ve biçe, dikevin çeperan û li dagirkeran didin. Bi şev piştî her bombardûmanê dagirkerên ku hewl didi bi pêş ve biçin bi destwerdana gerîla derbê dixwin û bi dayina gelek kuştiyan neçar dimînin xwe vekişînin.

PÊNGAV BI BAWERIYEKE MEZIN DEST PÊ DIKE

Gerîlayan çeka xwe hembêz kirine û bi biryardariyeke mezin hêvî û bendewariyên leşkerên dagirker têk dibin. Hêviya dagirkerên ku bi destê xwe yê bi xwîn hatine têk diçe. Şev li qirkeran dirêj dibe, naqede. Li qada Mamreşo ya Avaşînê çend saetên destpêkê bi vî rengî dewam dike. Bi vî awayî li dijî êrişa qirker a dagirkeran Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bi baweriyeke mezin dest pê dike.

Gerîla bi lehengî li ber xwe dide. Daxwaz û biryardariya li berxwedanê ji her demê xurtir e. Divê neyê jibîrkirin ku ev yek şerê gelekî ye; yanî şerê gel ê şoreşgerî ye. Gelê Kurd bi ewladên xwe yên leheng çiqasî serbilind be, hêja ye.