Cangoriyên jêrzemînên Cizîrê hatin bîranîn

Ji bo 177 kesên ku dewleta Tirk li Cizîrê ew di jêrzemînan de qetil kiribû, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de ‘qedexeya derketina derve’ hatibû îlankirin. Di wê demê de li Taxa Cûdiyê li sê bodrûmên avahiyan 177 kes asê mabûn. Ev 177 kes hatibûn şewitandin. Ji bo cangoriyên di jêrzemînan de hatin qetilkirin, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîn li avahiya rêxistina HDP’ê ya Cizîrê hate lidarxistin. Malbatên cangoriyan, çalakvanên TJA’yê, parlementerên HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmir, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş, Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk jî di nav de gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Li eywanê navê cangoriyên hatibûn qetilkirin û pankarta ‘Lehengên Cizîra Botan’ hate daliqandin.

Hevseroka HDP’ê Cizîrê Zîlan Ecevît di bîranînê de axivî û got “Li pêş çavê dinyayê bi sedan mirovên me hatin qetilkirin. Em ê tu carî vî tiştî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Çawa ku wan mirovên me gotin ‘Çi dibe bila bibe, em ê çok daneynin erdê’ em jî sozê didin wan ku em ê jî çok daneynin erdê.”

Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş jî diyar kir heta kesên azadîxwaz hebin wê têkoşîna kesên li ser rêyê jiyana xwe ji dest dane jî bidome.

Piştî axaftinan ji bo kesên di jêrzemînan de hatibûn qetilkirin, sînevîzyonek hate nîşandan.

Bîranîn piştî dayîna mewlûdê bi dawî bû.