Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê û OHD'ê serdana Şenyaşaran kirin

Birûya Hiqûqê ya Sedsalê û OHD'ê serdana malbata Şenyaşar kirin ku Nobeta Dadê didomînin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 332’an de berdewam e. Bi mebesta piştgiriya bi malbatê re, îro ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez , hevserokên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îlknûr Alcan û Bunyamîn Şeker û çendek parêzerên din çûn serdana malbatê. 
  
Di çalakiyê de hevseroka OHD’ê Îlknûr Alcan axivî û da zanîn ku ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re hatine ber edliyeyê. Alcan got ku desthilat guh nade biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û wiha domand: “Li welatekê ku dadgeh biryarên Dadgeha Qanûnsaz ya Tirk û DMME’yê pêk nayîne, nobeta vê malbatê hêviyê dide hiqûqnasan. Nobeta dayika Emîne, hêvî da malbata Gulistan Doku jî. Ji Wanê heta Amed û Stenbolê, malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş li edaletê digerin û nobeta edaletê digirin. Mixabin, ji ber ku dadgeh edaletê pêk nayînin, îro em hewl didin daxwaza xwe ya maf û edaletê bi nobetan pê bidin qebûlkirin. Me heta niha li cem malbata Şenyaşar cih girt û îro şûn de jî em ê li cem wan bin. Ji bo hemû malbatên li edaletê digerin em ê parêzertiya xwe bidomînin.” 
 
Piştre jî Ferît Şenyaşar axivî û destnîşan kir ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Şenyaşar ji bo serdanê, spasiya parêzerên OHD'ê û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir. 
 
Dayika Emîne Şenyaşar jî qala zextên heta niha li wan hatine kirin bo parêzeran kir û got; ‘Kanî dad û dilrehmî?”