Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê em tavilê biçin Îmraliyê! -NÛ BÛ

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser şewata li Girava Îmraliyê derket diyar kir, ku divê ew tavilê biçin Îmraliyê.

Piştî ku eşkere bû li Girtîgeha Îmraliyê şewat derketiye, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê girtî ye, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyek weşand.

'DIVÊ EM TAVILÊ HEVDÎTINÊ BIKIN'

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye:

"Di çapemeniyê de hate ragihandin ku 27'ê Sibata 2020'an li Girava Îmraliyê şewat derketiye. Ji ber ku serlêdanên me yên ji bo hevdîtinê ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve tên astengkirin, haya me ji muwekîlê me yê li Girava Îmraliyê nîne. Ji ber vê yekê li ser mijara şewatê agahiya me nîne û me ji çapemeniyê agahî wergirtine. Ji bo em rewşa tenduristiyê ya muwekîlê xwe hîn bibin û fikarên me ji holê rabin, me serî li Wezareta Edaletê û Serdozgeriya Komarêya Bûrsayê dan ku tavilê em karibin hevdîtinê bikin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Divê her kes bi rengekî cidî nêzî her nûçeyên têkildarî şert û mercên tecrîdê tên weşandin bibin. Divê em tavilê biçin Îmraliyê."

Piştî şewata li daristanê parêzer Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût, Rezan Sarica û Mazlûm Dînç ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin careke din serlêdan kirin.

Di serlêdanê de wiha hate gotin:

"Me hevdîtina dawî ya bi muwekîlê xwe Birêz Ocalan re di 7'ê Tebaxa 2019'an de kir. Ji hingî me ne karîbû wî bibînin, ne jî bi rêya name û telefonê pêwendiyê pê re deynin. Ji ber vê şewata awarte hem em hem jî malbatên muwekîlên me di nava fikarên mezin de ne. Ji bo em rewşa tenduristiyê ya muwekîlên me Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hîn ibin û şert û mercên girtîgehê bibînin, ji bo fikarên me ji holê bên rakirin em dixwazin tavilê hevdîtinê bikin."