Bûn lehengên Kurdistanê

Gerîla Armanc Welat û Zinarîn Zinar ku bi wêrekiyeke mezin tevlî şerê li Heftanînê bû û bêtirs li dijî dijmin şer kirin, 19'ê Cotmeha 2020'î tevlî karwanê nemiran bûn.

Gerîla Armanc Welat û Zinarîn Zinar ku tevlî berxwedana Heftanînê bûn, beriya 19'ê Cotmeha 2020'î tevlî karwanê nemiran bibin, qala jiyana gerîla kiribûn.

Armanc Welat (Orhan Mihemed) ê HPG'î sala 1997'an li Efrînê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû û sala 2015'an tevlî nava refên PKK'ê bû.

Armanc Welat bal kişand ser bandora têkiliyên hevrêtiyê ya li nava PKK'ê û wiha axivî bû: "Hevrêtiya li nava PKK'ê bandoreke mezin li min kir. Ji ber ku di nava rêxistinê ya herî zêde mirov hîs dike hevrêtî ye. Bi taybetî di vê perwerdeyê de min rastiya tevgera me û Rêber Apo ji nêz ve dît û nas kir. Ji ber ku di nava sîstemê de mirov di vê astê de nikarin xwe nas bikin. Lê belê di perwerdeya PKK'ê de tu nasname û dîroka xwe hîn baştir nas dike. Ev yek jî bi keda Rêber Apo çêbû.

Piştî ku min tevger nas kir, di kesayetiya min de gelek guhertin çêbûn. Ji armanca min heta bi xurtkirina îradeya min. Ji ber ku PKK'ê li hemberî mirinê jiyaneke nû ava kir. Li dijî koletiyê, azadî afirand. Vê yekê jî gelekî bandor li me kir."

Armanc Welat di dawiya nirxandina xwe de ev bang li ciwanên Kurdistanê kiribû: "Divê ciwanên me hemû tevlî nava refên tevgera azadiyê bibin. Ji ber ku tevgera azadiyê bûye ronahî ji tevahiya cîhanê re. Jin û ciwan bi rêya vê têkoşînê dikarin azad bibin."

'DI NAVA PKK'Ê DE MIN XWE NAS KIR'

Gerîlaya YJA Starê Zinarîn Zinar (Selwa Şêx Mihemed) jî li Kobanê li gundê Bîrzinar ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû û bi rêya birayê xwe tevger nas kir û sala 2017'an tevlî nava refên gerîla bû.

Zinarîn Zinar piştî şehadeta birayê xwe têkoşîna xwe bi biryardariyeke mezin dewam kir. Di nirxandina xwe de wiha qala birayê xwe yê şehîd bû, dikir: "Piştî şehadeta birayê min biryardariya min a ji bo têkoşînê mezintir bû. Min nexwest ku çeka wî li erdê bihêlim. Şehadeta birayê min gelekî bandor li min kir.

Dema ku nû tevlî nava refên gerîla bûm, ketim nava fikaran ku çawa dikarim di nava şert û mercên giran de têbikoşim. Destpêkê min hinekî zehmetî kişand, lê belê piştî ku jiyana gerîla hîn bûm min gelekî ji gerîla hez kir. Ji ber vê yekê jî daxwaza min a mayina li çiyê mezin bû. Min xwest hîn bêhtir kar bikim. Bi taybetî piştî xwendina dîroka jinê min xwest kesayetiya xwe baştir nas bikim."

Zinarîn Zinar di dawiya nirxandina xwe de li ser armanca xwe wiha axivî bû: "Di nava tevgera azadiyê de min dîroka xwe, ya herî girîng jî min xwe nas kir. Piştî ku xwe nas kir bi taybetî min sekna hevala Sakîne û Bêrîtan ji xwe re kir esas û li ser xeta wan meşiyam. Û xwedî li soza ku min da birayê xwe derketim. Dixwazim xwe bigihînim wêrekiya birayê xwe yê ku şehîd bûye. Banga min li ciwanên Kurdistanê ew e ku tevlî nava refên PKK'ê bibin. Bila xwe, dîroka xwe nas bikin û xwedî lê derkevin. Ji ber ku mirovên xwe nas bikin dikarin di jiyanê de jî bi ser bikevin."