Bûldan û Temellî bi partiyên Kurd re rûnişt

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan bi partiyên Kurd re rûnişt. Civîn li ser êrîşên dagirker, desteserkirina şaredariyan û yekîtiya neteweyî bû.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan ên ku xebatên meclîsê 3 rojan boykot kiribûn li Amedê tevlî çend civînan bûn. Bûldan û Temellî îro bi nûnerên KKP, Partiya Azadî, DBP, PÎA, KDP-Bakur, KDP-T û Tevgera Azadî re rûnişt.

ROJEV DAGIRKERÎ, DESTESERKIRIN Û YEKÎTÎ YE

Di civînê de wê li ser êrîşên dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yekîtiya neteweyî û desteserkirina şaredariyan were sekinandin. Parlementerên HDP’ê Sarûhan Olûç, Îmam Taşçier û Nejdet Îpekyuz jî tevlî civînê bûn.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan wê îro biçe serdana esnafên Baglar û Sûrê.