Bûldan: HDP hêviya vî welatî ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li Colemêrgê axivî û got: “HDP, hêviya vî welatî ye. Bêyî HDP’ê li welêt kes nikare hevsengiyê çêbike.“

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, piştî civîna bi esnafan re ya li navenda navçeya Geverê û serdana Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê, çû navenda bajarê Colemêrgê. Bûldan ku bi karwanekî qelebalix çû navenda bajêr, ewil serdana esnafan kir û bi pişt re li Qada Azadiyê axivî.

Bûldan ku got "HDP, hêviya vî welatî ye" û anî ziman ku êdî dem hatiye ku di sindoqan de dersa desthilata dixwaze bi xizanî, krîz û belengaziyê welêt bi rê ve bibe bê dayîn. Bûldan, wiha pê de çû: “Ev welat bi qeyran û bi îhaleyên ku didin pênc çeteyan tê birêvebirin. Dem hatiye ku ev desthilata ku ji feqîran digire û li zenginan belav dike, li çeteya û alîgirên xwe belav dike û ji bilî kursiya xwe li tiştekî din nafikire biçe. Ew jî vê rewşê dibînin û dizanin. Lewma rûyê wan nagire ku li rûyê xelkê binêrin. Nikarin wekî me kolan bi kolan, meydan bi meydan bigerin. Hewil didin me bi dozên komployê, çapemenî û daraza di destê xwe de krîmînalîze bikin. Em li vir bang li we dikin; hêza we têra qedandina HDP'ê nake, va ye HDP li vir e. HDP biçe kû li wir bi heman sempatî û eleqeyê tê pêşwazîkirin. Ji ber ku li bal civaka Tirkiyeyê cihekî cuda yê HDP'ê heye."

‘WELAT RADESTÊ KESÊN TARÎ KIRIN'

Bûldan bal kişand ser rewşa siyasetmedarên girtî û girtiyên nexweş ên li girtîgehan jî û got: “Niha li hermû qadên ku em siyasetê lê dikin êrîş tên kirin. Li meclîsê fezlekeyên destnedayînê tên amadekirin. Beriya niha jî parêzerê Çakici, di meclîsê de gotibû ku ew ê li dijî wekîlê me Garo Paylan planeke aloz bidin destpêkirin. Got ku wê vê yekê li Meclîsê bikin. Ev tişt gotin lê ne Serokê Meclîsê ne jî Wezîrê Dadê deng ji xwe neanîn. Ji ber ku wan ev welat radestî hêzên tarî û çeteyan kiriye. Gelê me wê tu car destûrê nede van suîqestan."

‘HDP MIFTEYA ÇARESERIYÊ YE'

Bûldan gotûbêjên ku hikûmeta AKP’ê li sêgoşeya Tehran, Şam û NATO’yê kirin nirxandin û got: “Niha AKP ji bo di hilbijartinan de bi ser bikeve, hewil dide ku li korîdorên NATO’yê, li Şamê û li Tehranê alîgiran peyda bike. Jê we ye ku sindoqên dengdanê wê li korîdorên NATO'yê, li Tehran û Şamê bên danîn. Na! Sindoq wê li Tirkiyeyê bên danîn û gelên Tirkiyeyê wê dengên xwe bidin. Dijminatiya li hemberê Kurdan, jinan û HDP'ê teqez wê bi wan bide windakirin. Ji lew re hûn ê nikaribin li ber gelên Tirkiyeyê bibin asteng. HDP wê li vî welatî bibe xwedî gotin, teqez wê beşdarî hilbijartinan bibe. Bila gumana kesî ji vê yekê nebe. HDP, mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan e."

Bûldan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bêyî HDP’ê wê kes nikaribe li welêt hesab û kîtaban bike. Bêyî HDP’ê wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin. Em ê teqez edalet, mafên mirovan û demokrasiyê bînin vî welatî. Desthilatdariya AKP’ê li vî welatî firdikek demokrasî, aştî, mafên mirovan û edaletê nehiştiye. Gelê me teqez wê di hilbijartinan de dersa wan bide."