Bûldan: Armanca me ew e ku di tûra destpêkê de bi ser bikevin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê firsendeke ji bo dawî li zilmê bînin. Bûldan diyar kir ku ew dixwazin di tûra yekemîn de bi ser bikevin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li gel heyetekê li Îzmîrê dest bi karê ji bo hilbjartinê kir.

Bûldan li Navenda Kongreyê ya Tepekûleyê bi nûnerên rêxistinên girseyî yên sivîl re rûnişt. Bûldan diyar kir ku AKP'ê welat xistiye nava krîzên aborî, siyasî û civakî û got, ji bilî zilm, krîz û kaosê AKP'ê tiştek nedaye civaka Tirkiyeyê.

Bûldan da xuyakirin ku AKP neçar e hesabê zilma ku dike bide û destnîşan kir ku hilbijartin ji bo vê yekê firsend e. Bûldan got, "24'ê Hezîranê ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo jin û ciwanan firsendek e."

Bûldan diyar kir ku bi hilbijartinê re ew dikarin çarenûsa irkiyeyê biguherînin û bi bîr xist ku HDP di hemû hilbijartinan de hêvî daye gelan.

Pervîn Bûldan got, pêwîstiya gelên Tirkiyeyê bi aştî, demokrasî û azadiyê heye û desnîşan kir ku divê cihê rejîma şexsekî li vî welatî nebe.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Bûldan diyar kir ku bi namzeteke/î ku soza aştî û aramiyê dide civaka Tirkiyeyê, pirsgirêkên jin û ciwanan weke pirsgirêkên xwe dibînin, xwe ji bo hilbijartina serokkomariyê amade dikin.

Bûldan anî ziman ku armanca wan ew e, di hilbijartina serokkomariyê de di tûra yekemîn de bi ser bikevin û wiha dewam kir: "Ji bilî serketinê şensê me nîne, alternatîfa me nîne. Em bi vê bîr û baweriyê dixebitin. Ji ber vê yekê em îro ji Îzmîrê bang li hemû jin û ciwanan, bang li mûxalîfan dikin ku ji Partiya Demokratîk a Gelan bibin bernamzet. Deriyê me li her kesî vekirî ye. Deriyê me li jin û ciwanan vekiriye. Deriyê me li hemû mexdûrên li vî welatî vekirî ye. Deriyê me li Ermeniyan, li Suryaniyan, li Elewiyan, Ereb, Laz, Çerkez û Tirkan vekiriye. Partiya me ne tenê partiyeke Kurdan e. Partiya me ji têkoşîneke hevpar re vekiriye. Wezîfeya me ye ku em li vî welatî dîrokê biguherînin û siberojê bike ya me hemûyan."