Bûdak: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Dewleta Tirk a dagirker duh bi şev wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de du kes şehîd bûn. Budak diyar kir ku li hemberî wan êrişan ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Duh saet 22:00’an balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi rengekî hemwext êrişên hewayî li hemberî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Rojavayê Kurdistanê kir. Xelkê wargehê di bin êrişa balafirên şer de herikîn cihê bûyerê û zarokên xwe yên birîndar ango endamên Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê rakirin nexweşxaneyê.

Duh derengiya şevê têkildarê êrişê daxuyaniyek hat dayin û êriş bi tundî hat şermezarkirin. Îro jî şêniyên wargehê dîsa heya ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve meşekî girseyî lidarxistin û li wir jî bi daxuyaniyekê hem êrişa hovane ya dewleta Tirk a li ser wargehê û Şengal û Rojava hat şermezarkirin û bertek nîşanî bêdengiya NY û hikumeta Iraqê hat dayin. Piştî meşê Mexmûriyan bi rengekî bi heybet du zarokên xwe yên şehîd li Goristana Şehîdan  veşartin.

Derbarê êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û helwesta Mexmûriyan ya li hemberî êrişan, her wiha bêdengiya NY, raya giştî û hikumeta Iraqê ya li beramberî êrişên dewleta Tirk Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Filîz Bûdak ji ANF’ê re axivî.

Bûdak bal kişande ser êrişa duh bi şev ya dewleta Tirk a degirker li ser wargeha wan û wiha pêde çû: “Duh bi şev saet derdora 22:00'an li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), êrîşek hewayî pêk hat. Ev êrîşa hewayî bi balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker û faşîst ve pêk hat. Di heman saetê de êrîşeke hemwext hem li ser Mexmûr, hem li ser Şengal û hem jî li ser Rojava hate li dar xistin. Gelek deverên Mexmûrê rastî van êrîşên hewayî hat ku wargehek penaberan a sivîlan e û 12 hezar nifûsa xwe heye. Herkes dizane ku wargehek sivîl e. Kurdên Bakurê Kurdistanê ne ku piştî şewatandina gundan û ji ber êrîşên dewleta Tirk a faşîst penaber û li Mexmûrê bi cîh bûne. Rêwîtiyek xwe ya 27 salan ango dîroka xwe ya penabertiyê heye. Ev wargeh timî hem ji hewayî hem jî ji bejahî ve ji aliyê dewleta faşîst ve tê bombardûmankirin. Bi taybet ji 2017'an û şûn de ji aliyê hewayî ve dibe hedefa êrîşan. Bi êrîşên dehan caran ve hem windahî û hem jî birîndarên xwe çêbûne. Di êrîşa duh bi şev de jî du endamên jin ên parastina cewherî yên wargehê gihiştin mertebeya şehadetê.”

DI ÊRIŞÊ DE ŞOPÊN GAZÊN KÎMYEWÎ

Budak di dewama axaftina xwe îşaret bi gazên ku di êrişên de hatiye bikaranîn kir û got, “Di derbarê gazên ku hatîn bikaranîn de li nexweşxanê lêkolîn didomin. Wê demê wê diyar bibe ka gaza hatî bikar anîn çi cûre gaz e. Ji ber ku bi dehan şêniyên wargehê ji ber vê gazê niha li nexweşxaneya wargehê de tên tedawîkirin. Di kêliya ku wargeh dihate bombardûman kirin sekn û helwesta ku şêniyên Mexmûrê nîşan dan bi rastî jî bêhempa bû. Me di daxuyaniya çapemeniyê de jî anîbû ziman. Gelek wisa ye ku bombardûman çêdibe, lê gel ber bi cihê êrişê ve diçe. Ev nîşan dide ku tirsa mirînê bin xistine. Bi rastî jî ziman, aqil têra nake ku mirov vê bîne ser ziman. Gelê Mexmûrê xwedî heybet û berxwedaniyeke wisa ye, Xwedî ruhekî wisa ye ku ber bi cihê ku dijmin dixwaze tune bike, ew ber bi wê derê ve dibeze. Bi vê sekna xwe ve paşve gav bi dewleta Tirk a dagirker dide avêtin.

‘LI WARGEHA MEXMÛRÊ SEKNEK BI RÛMET TÊ RABER KIRIN’

Gel ji duh hetanî niha sekna wisa raber dike. Jixwe ev 27 sale vê seknê raber dike. Îro jî hem ji bo şermezarkirina êrîşê hem jî ji bo veşartina şehîdan gelê wargehê bi awayek girseyî tevlî bûn. Di daxuyaniya girseyî ya li ber Neteweyên Yekbûyî de jî hêrs û kîna xwe anî ziman. Niha jî şîn hatiye danîn, serdanên şînê çêdibin. Li wargeha Mexmûrê seknek bi rûmet tê raber kirin. Digel ku ev êrîş di xaka Iraqê de jî pêk tên, lê li ser vê jî bertekek pêwîst ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehate nîşan dayîn.”

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak di beşek din a axaftina xwe de bertek nîşanî bêhelwestiya Neteweyên Yekûyî ya derbarê êrişên ku li ser wargehek penaberan tê kirin û diyar kir, “Dîsa ruxmê ku wargehek penaberan e û di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye jî lê hetanî niha Neteweyên Yekbûyî li hember van bi dehan êrîşan tu bertek nehate raberkirin. Erk û helwestên pêwîst ên li hember van êrîşan pêk nayne. Di heman demê de di dadgehên mafên mirovan de dewleta Tirk a faşîst, dîktator Erdogan nayê darizandin. Ji ber vê bê helwestiyê ev êrîş li ser Mexmûr, li ser Şengalê û li ser xaka Kurdistanê ev êrîş didomin. Her wiha têkildarê van êrîşane raberkirinên wekî vê ku helwest û vê berxwedanê cûda bidin nîşandan jî hene. Mînak çend kesên ku li ser navê saziya tendirustiya navçeya Mexmûrê di bin navê alîkariya tendûristiyê dixwestin bikevin wargehê, ji bo Rûdawê nûçeyên derew çêbikin. Dîsa nûçeyek derew a wekî ku di êrîşa li ser wargehê de 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û her wekî din; di esasê de jî du hevalên me yên jin yên zarokên vê wargehê şehîd bûn. Li vê derê ji aliyekî berxwedana Kurdên berxwedêr û ji aliyekê ve jî îxaneta Kurdê hevkar derdikeve holê. Em jî wekî gelê wargehê li hember êrîşên wan û hevkariya wan, em ê hetanî dawiyê li ber xwe bidîn. Çapemeniya wan jî di nav de; ew çapemeniya ku dixwaze li ser navê wargehê derewan bide belav kirin. Li hemberî wan jî wê tekoşîna me bidome. Ruxmê hemû êrîşan jî hîna hêza hevgirtî ya vê wargehê heye û em dibêjîn ku nûçeyên li ser Rûdawê tên belav kirin nûçeyên derew in. Bi vê sekna me wê ev hewldana wan vala derbikeve.”

Bûdak di dawiyê de jî ev bang li gelê Kurd û raya giştî kir, “Herî dawî jî em ji bo dengê xwe bigihînîn ji derve bangawaziyekî dikin; Em sivîl in û ji xaka xwe bêpar hatine hiştin. An divê me bi awayek bêrûmet jiyan kiriba an jî diviyabû me bi awayekî birûmet jiyan kiriba. Ji ber ku me jî bêrûmetî qebûl nekir, me xaka xwe hişt û em hatin xaka Iraqê û emê di vê jiyana birûmet de jî israr bikin. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku xwedî li Mexmûr, Şengal û Rojava derbikevin û em bang ji cihên pêwendidar jî dikin ku xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derbikevin.”