Brûsk Amed: Ji bo hilanîna tola dîrokî biherikin nava refên şoreşê

"Gelê Rojhilatê Kurdistanê çawa di salê 1999'an de li hemberî Komploya Navdewletî bû dengek û xwedî li fikir û felsefeya Rêber APO derket, pêwîste îro jî bi heman şêwazî ji bo azadiya Kurdistanê û azadiya fizîkî ya Rêber APO tevlî nava têkoşînê bibin."

Ji fermandarên Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Brûsk Amed li ser salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ji ANF'ê re axivî.

Fermandar Brûsk Amed diyar kir ku komploya beriya 23 salan hate kirin, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd gelên herêmê û mirovên azadîxwaz hatiye kirin û got, "Bi taybetî em hêzên komploger ên ku cihê xwe di nava komploya navneteweyî de girtine û xwestin ku vê komployê bi ser bixînin; mîna hêzên herêmê, Kurdên xayin, hemûyan şermezar dikin. Her wiha lehengên ku ji bo têkbirina komployê canê xwe feda kirin, di kesayeta şehîdên sala 1999'an de şehîdan hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Heta dawiyê em deyndarê wan lehengan e."

Fermandar Brûsk Amed bi dewamî ev nirxandin kir:

"Bi taybetî piştî salên 1990'î bi hilweşandina sosyalîzmê re hêzên kapîtalîst dixwestin li herêma Rojhilata Navîn plan û projeyên xwe bi ser bixin. Yê ku li beramberî wan plan û proje bû, ji wan re asteng bû, Rêber APO bû. Di heman demê de hêza cîhanê ji bo di nava herêmê de her tim alozî û nakokî hebin, gelê Kurdistan kir çar parçe û di nava dagirkeran de belav kirin. Pirsgirêka heyî kir mîna girêkeke kor, lê Rêber APO ji bo ku wê pisgirêkê çareser bike, destê xwe avête wê girêka kor. Ew pirsgirêka ku hêzên cihanê ava kiriye, gelê ku di bin pençê qirkirinê de bû, di heman demê de her roj li ser qirkirina çandî dihate ferzkirin. Rêber APO ew gelê ku di nav qirkirinê de derbas dibû ji tunebûnê xilas kir. Ew gel mecbûr kir ku ji bo azadiya xwe têbikoşe û fêrî firînê kir. Gelê ku îro bi pêşengtiya fikrê Rêber APO ji bo azadiyê têkoşînê dike di Rojhilata Navîn û di cîhanê de ji gelan re bûye hêviya ji bo azadiya xwe têkoşiya. Ev tişt bi saya fikir û felsefeya Rêber APO hatiye avakirin.

Plana dagirkeran ew bû gelekî ji nav rûpelê dîrokê winda bike û ev vala hate derxistin. Ji ber ku Rêber APO ew gel kiriye bi îrade, hêzekî wî gelî ava kiriye. Ji ber wê plana modernîteya kapîtalîst bi temamî vala hate derxistin. Ji ber wê wan xwest di sala 1996'an de li beramberî Rêber APO komployekê pêk bînin, ew jî bê encam ma. Piştre li ser heman armancê ji bo berdewamiya wê planê pêk bînin, hêzên navdewletî û herêmî di nav wê Komploya Navdewletî de dubare di sala 1999’an de cihên xwe girtin.

Di sala 1999'an de ji bo ku komploya li ser Rêber APO bi ser nekeve gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bêdeng nema. Sîstema kapîtalîzmê texmîn nedikir ku gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi şêwazekî canbexşane li Rêber APO xwedî derbikeve. Di heman demê de ji bo ku ew plana dagirkeran bê encam bimîne bi sedan ciwan beşdarî Tevgera Azadiya Rêber Apo bûn. Bi wan beşdarbûnên xwe di gelek serdeman de wan ciwanan pêşengtî kir. Îro jî em baş dizanin ku komploya li ser Rêber APO bi temamî têk neçûye. Lê belê bi ser jî neket. Di encama 23 sal berxwedana Rêber APO ya di zindana Îmrali tê meşandin de, her wiha şehadeta bi dehan şehîdên ku di sala 1999'an û fedakariya gelê me ya di çar perçeyên Kurdistanê debi taybet gelê Rojhilatê Kurdistanê çêbû, Komploya Navdewletî vala derxist.

Gelê Rojhilatê Kurdistanê çawa di salê 1999'an de li hemberî Komploya Navdewletî bû dengek û xwedî li fikir û felsefeya Rêber APO derket, pêwîste îro jî bi heman şêwazî ji bo azadiya Kurdistan û azadiya fizîkî ya Rêber APO tevlî nava têkoşînê bibin. Wekî gel pêwîste di vê demê de jî xwedî li Rêber APO derbikevin, ji ber ku dem dema azadiya fizîkî ya Rêber APO ye. Ji ber wê her mirovekî Kurd ku xwe mîna nirxeke welatparêzî dibîne pêwîste bi heman şêwazê sala 1999'an xwe berpisyar bibîne.

Ji bo ku em bikarin têkoşîna ku tê meşandin hin bihêztir bikin û tola dîroka xwe ji dagirkerên di Kurdistanê de ne bi taybet ji dewleta dagirker a Tirkiye bigirin, pêwîste her ciwanekî Kurd beşdarî nava refên şoreşê bibin."