Bozan Tekîn: Wê dagirker hê gelek cenazeyên xwe rakin

Endamê Komîteya Rêveber yê PKK’ê Bozan Tekîn ji Radyoya Dengê Welat re axivî û got dewleta Tirk û Rûsya ji bo ku bi Ocalan gav bi paş ve bidin avêtin çûne Imraliyê, lê Ocalan li dijî wan helwesta nîşan daye.

Endamê Komîteya Rêveber yê PKK'ê Bozan Tekîn, derbarê berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, “Dewleta Tirk û rayedarên Rûsya ji bo di mijara Efrînê de paş de gav bavêje çûne ba Serok Apo lê Serokatî paş de gav neavêt.”

Tekîn, piştî ku berxwedana zindanan ya dîlên azadiyê nirxand, li derve jî bal kişand ser Berxwedana Serdemê û got, “Wê dagirker hê gelek cenazeyên xwe ji kolanên Efrînê kom bikin.” Derbarê vekişîna gerîllayên HPG û YJA-STAR’ê ya ji Şengalê jî Tekîn wiha axivî, “Dema em çûn me îcazet ji kesî negirt, em ne ji ber zextên kesî jî ji Şengalê vedikeşin. Deriyên çiya nîn in. Kengî lazim bibe em ê dîsa biçin Şengalê.”

Endamê Komîteya Rêveber yê PKK'ê Bozan Tekîn, tevlî bernameya Dilistan ya Radyoya Dengê Welat bû, bersiva pirsên rojnamevan Ciwan Tunç da. Derbarê pêvajoyê nirxandinên girîng kirin û aşkere kir ku rayedarên dewleta Tirkiyê û Rûsya çûne Îmraliyê, xwestine bi zextan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paş de gav bidin avêtin, lê encam negirtine. Tekîn, “Serokatî li hemberî wan helwest danî. Ev dewleta Tirkiyê ew qasî ketî, qrêj û alçax e ku çûne û radyo û televîzyona Serokatî jê girtine. Ev çi nîşan dide? Ev heybet, mezintî û sekna Serokatî ye. Rûmet û hêza Serokatî nîşan dide. Ketin û lewaztiya dagirkeriya Tirkiyê û Rûsya nîşan dide. Hatine wê astê. Di heman demê de helwesta CPT jî di wê astê de ye.”

‘WÊ DAGIRKER LI EFRÎNÊ HÊ GELEK CENAZEYAN KOM BIKIN’

Di derbarê Berxwedana Serdemê de jî Tekîn, destnîşankir ku Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne. Di dirêjiya axaftina xwe de Tekîn, bal kişand ser karakterê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û taybetmendiya şerê Sûriyê û got, “Ev 5-6 salên dawî navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn Rojhilata Navîn e, bi taybet jî Sûriye, Kurdistan e. Pir bajar xirabe bûn, gelek bajaran du-sê caran dest guhert. Mînak Minbic. Berê rejîma BAAS hakîm bû. Piştre çeteyên ‘Artêşa Azad’ hakîm bûn. Duvre çeteyên El Nûsra hakîm bûn. Piştre çeteyên DAÎŞ. Pey wan re çeteyê Tayyîp Erdogan hakîm bûn. Dawiyê de DAÎŞ bû. Tê zanîn ku YPG û YPJ’ê ew hem ji DAÎŞ’ê û hem jî Tayyîp Erdogan, ku tifaqê hev bûn rizgar kirin. Em dizanin ku yên li wê derê şer koordîne dikirin çeteyên girêdayî dewleta Tirk bûn. Ragihandina Tirk û çeteyên wan ketina Efrînê ya niha wekî serkeftineke mezin radigihînin. Divê mirov ji wan çeteyan bipirse, we çend bajar girtin û berdan? Ma yê Efrîn ji we re bimîne? Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de welatan jî dest guherand.” Tekîn bang li gel jî kir, ji bo neyê lîstok û derewên ragihandina Tirk û ji wan bawer nekin. “Dixwazin bêjin ku vaye me YPG têk bir. Lê ew her roj cenazeyên xwe ji kolanên Efrînê kom dikin û wê hêja gelek cenazeyên xwe kom bikin.” Di vê mijarê de Tekîn pirs ji dewleta Tirkiyê kir ku wan çi qas hêzên taybet yên Tirkiyê cilên çeteyên bermahiyê El- Nûsra, Artêşa Azad û DAÎŞ’ê li xwe kirin e?

Tekîn, li ser tarz û taktîkên gerîlla yê ku li Efrînê dimeşîne jî got, wê Efrîn rizgar bibe, ji ber vê bawerî û rastiyê ye ku gelê Efrînê ji Efrînê dûr neketiye. Divê kes moralê xwe xirab neke, şerê taybet yê ku tê kirin divê ciddî neyê girtin.

DERIYÊ ÇIYAN NÎN IN, KENGÎ LAZIM BE EM Ê DÎSA BIÇIN ŞENGALÊ

Ji bo vekişîna gerîlla ya ji Şengalê jî Tekîn çûyîna gerîlla ya Derwêşane bi bîr xist û got, “Gerîlla rolê xwe yê dîrokî lîst. Pêşiya qirkirin û fermanê girt û b iserbilindî vekişiya. Li ser vekişînê dagirkeriya Tirk ji xwe re par derdixe. Ne rast e. Dema em çûne Şengalê me ji kesî îcaze negirt û em bi zext û zora kesî jî Şengalê derneketin. Rastî ev e. Pewîst bike, deriyê çiya tine ne. Bi qasî em dizanin deriyê Çiyayê Şengalê jî tine ne.Kengî pêwîst be, em ê dîsa biçin Şengalê. Ew qasî zelal e.”

‘ROJBÛNA SEROKATÎ LI KURDISTANÊ SERDEMEKE NÛ YE’

Derbarê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî Tekîn destnîşan kir ku “Gelên me jî jidayîkbûna Serok Apo wekî demeke nû watedar dike û qebûl dike. Ne jidayîkbûna kesekî ye. Divê gelê me biherike Amarayê û jidayîkbûna Serok Apo pîroz bike û dagirkeriya Efrînê şermezar bike.” Tekîn, girtîbûna Ocalan jî nirxand û diyarkir ku wekî Tevger ev rewşa salvegera 69’mîn ya rojbûna Ocalan ji bo wan sedema rexnedayîn û xemgîniyê ye û soza têkoşîna azadiyê ya ji bo azadiya Ocalan û bîryardariya Tevgera Azadiya Kurdistanê anî ziman.

‘DIVÊ BERXWEDANIYA ZINDANAN RÊXISTINÎ, DEWLMEND Û BERDEWAM BE’

Tekîn, berxwedana dîlên azadiyê jî nirxand û Sefer Çagli yê ku 21’ê Adarê di Girtîgeha Tîpa F ya Wanê de ji bo şermezarkirina dagirkerina Efrînê agir berda bedena xwe bi bîr anî. Ji bo zextên faşîzan yên li ser girtiyan jî Tekîn got, “Wê têkoşîna me geş bibe. Girêdayî wê faşîstên ku êrîşên giran tînin û li hemberî wê jî wê têkoşîna me dijwar bibe. Ji bo wê jî divê têkoşîna me rêxistinî, dewlemend û berdewam be .” Tekîn wiha dawî li nirxandinên xwe anî: “Şev çi qas tarî bin jî nikarin pêşiya hilatina rojê bigirin. Ji bo me jî her ku diçe derfetên berxwedan û serkeftinê zêde dibin. Em ê jî bi awayê herî baş wan derfetan bikar bînin.”