Boykota li Rojhilat 6 roj in dewam dike

Li Rojhilatê Kurdistanê çalakiya boykotê ya esnafan dewam dike. Rejîma Îranê ku dixwaze dawî li çalakiyê bîne, ciwanekî Kurd destgîr kir.

Esnaf û bazirganên ji Rojhilatê Kurdistanê, ji bo şermezarkirina girtina deriyên sînor û zêdekirina baca gumrukê ev 6 roj in çalakiyê dikin.

Lîderê olî yê Îranê Elî Xameneyî ji bo çalakiyê biqedîne û pêşî li gelê Rojhilat bigire, nûnerê xwe yê olî yê bi navê Seîd Celîlî şandibû Rojhilat. Ciwanekî Kurd ê bi navê Yadîgar Sadiqî ku li mizgeftê li dijî Celîlî axivî û kiryarên rejîmê şermezar kir, duh bi şev ji aliyê hêzên rejîmê ve hate destgîrkirin.

Ciwanê Kurd Sadiqî yê ji Banê ji nûnerê rejîmê re wiha gotibû: "Çi çax bûyerek rû bide hêzên rejîmê êrîşî ciwanên Kurd dikin. Em ji van kiryaran natirsin. Ez ê çalakiya xwe bidomînim. Ti cidiyeta hikumeta Îranê nemaye. Bi girtina deriyên sînor re we pêşî li debara esnafan girtin. Hêzên rejîmê wê ji bo vê qanûnê guleyan li esnafan bireşînin. Mafê we nîne ku hûn kesî bikujin. Hêzên rejîmê heta niha 6 zarok li ser sînor kuştine."