Biryara ‘nepeniyê’ ya qetlîama li nexweşxaneyê, li gorî ‘hiqûqê’ hate dîtin

Di dosyeya qetlîama li ser malbata Şenyaşar de ji bo rakirina biryara nepeniyê ya lêpirsîna li nexweşxaneyê îtîraz hatibû kirin. Hakimtiya Cezayê Sulhê ya Rihayê ya 1’emîn ev îtîraz ‘li gorî hiqûqê’ dît.

Parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû. Derbarê êrîşa duyemîn a li Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê biryara nepeniyê hatibû dayîn. Ji bo rakirina biryara nepeniyê îtîraz hatibû kirin. Hakimtiya Cezayê Sulhê ya Rihayê ya 1’emîn îtîraz red kir.

Biryar ji Emîne Şenyaşar û Ferît Yaşar re hate ragihandin ên ku li ber Dadgeha Rihayê lêgerîna edaletê didomînin. Malbatê xwest bi dozger re rûnê lê vê daxwaza malbatê jî hate redkirin. Hate diyarkirin ku wê parêzer derbarê vê biryarê serî li Dadgeha Makezagonê bidin.

Ferît Şenyaşar derbarê biryarê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê malbata me hate qetilkirin. Ev qetlîam di kamerayên ewlekariyê yên nexweşxaneyê de hatiye qeydkirin. Her tişt zelal e lê 4 sal derbas bû, hê jî biryara nepeniyê heye. Ev 44 roj in em dixwazin bi dozgerê dosyeyê re rûnên lê îro derî li ser rûyê me hate girtin. Îro îtîraza me jî hate redkirin. Ev biryar tê wateya ‘Erê li nexweşxaneyê qetlîam çêbû lê biryara nepeniyê li gorî hiqûqê ye’. Em vî tiştî qebûl nakin. Em ê tevî parêzeran serî li Dadgeha Makezagonê bidin. Heta ku edalet pêk were, em ê li vir bin. Bila me bigirin lê em ê daxwaza xwe ya ji bo edaletê bidomînin.”

Emîne Şenyaşar jî nerazîbûn nîşanî redkirina îtîrazê da û got “Em bi tenê edaletê dixwazin, çima qeyd tên veşartin? Malbata min li nexweşxaneyê hate qetilkirin. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim ku bila werin vê derê serdana me.”