Biryara nepen li ser dosyeya Pirsûsê hate danîn

Di dosyeya dozê de ya ku Esved Şenyaşar û kurên wî Adil û Cemal Şenyaşar hatibûn qetilkirin, biryara nepeniyê hate dayîn.

Fadil Şenyaşar ê ku îro piştî ji nexweşxaneyê derket, hatibû destgîrkirin piştre hate girtin. Şenyaşar li dozgeriyê hîn bû ku bavê wî û du birayên wî hatine qetilkirin. Şenyaşar ji ber girî nekarî bersiva pirsan bide û nekarî mafê xwe yê parastinê bi kar bîne.

Fadil Şenyaşar (34) ê ku li Pirsûsê bavê wî Esved Şenyaşar û birayên wî Adil Şenyaşar û Cemal Şenyaşar ji aliyê parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibû kuştin, piştî ku tedawiya wî ya li Amedê bi dawî bû, bi biryara dozgeriyê hate destgîrkirin. Şenyaşar ê ku serê wî û qirika wî hê jî pêçandîbû anîn Dadgeha Rihayê. Şenyaşar li dadgehê hîn bû ku bavê wî û du birayên wî jiyana xwe ji dest dane.

Di dosyeyê de biryara nepeniyê hate dayîn. Di dozê de Fadil Şenyaşar got ku,”A niha ez hîn bûme ku bavê min û birayên min mirine. Ez gelekî xemgîn im. Nikarim îfadeya xwe bidim.” Parêzerên Şenyaşar jî diyar kirin ku muwekîlê wan birîndar e û divê tedawiya wî were kirin, ewlehiya wî were pêkanîn û serbest were berdan.  Dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew sewqî Hakîmiya Cezayê Sulhê ya Rihayê ya 3’emîn kir.

Şenyaşar ji ber girî nekarî bersivê bide pirsên dadgehê. Parêzera Şenyaşar, Sevda Çelîk Bîngol jî diyar kir ku muwekîlê wê di dikana wî de êrîş lê hatiye kirin, heta kêlîka ku çek bi kar aniye jî li pişt tezgaha xwe bûye. Çelîk diyar kir ku ji ber biryara nepeniyê wan nekariye xwe bigihînin hemû delîlan û got, “Muwekîlê me nikare îfadeya xwe bide. Divê dadgeh darizandineke adilane bikin. Muwekîlê min ligel ku birînên wî pak nebûne, bi biryara dozgeriyê ji nexweşxaneyê hatiye derxistin. Aliyê hember hêza wan heye ku derfetên dewletê bi kar bînin. Ewlehiya can ê muwekîlê min tune. Têkildarî muwekîlê min lêpirsîneke cîddî nehatiye kirin.”

Çelîk diyar kir ku muwekîlê wê ji bo xweparastinê çek bi kar aniye û divê muwekîl li nexweşxaneyê were dermankirin û li Rihayê ewlehiya wî ya can ew ê tunebe.

Parêzerê din ê Şenyaşar, Gokhan Dayik jî diyar kir ku, “Têkildarî kesên ku muwekîlê min birîndar kiriye,  hê tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Muwekîlê min mafê xwe yê parastinê yê rewa bi kar aniye. Wisa xuya dike, piştî darizandinê ew ê ceza nestîne. Ji ber vê jî divê serbest were berdan. Ji ber biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê mafê me yê parastinê jî hatiye astengkirin.”

Piştî parastina parêzeran, dadgehê biryar da ku bila Fadil Şenyaşar were girtin.

Fadil Şenyaşar şandin Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê.