Biryara girtinê li ser Bilîcî hate standin

Doza li ser xirakirina 6 sal û 3 meh a cezayê girtîgehê ya derheqê Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Racî Bilîcî pêk hat, dîsa biryara girtinê dane Bîlîcî.

Piştî ku bi îdîaya 'endamê rêxistinê ye' 6 sal û 3 meh cezayê girtinê ya derheqê Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Racî Bilîcî li Dadgeha Îstînafê hate xirakirin, doz dîsa hate vekirin.

Daîreya Cezayê ya 2'yan a Edliyeya Herêmî ya Amedê di dosyayê de ya bi dîroka 21'ê Kanûna 2020'an biryar xira kir.

Piştî ku Dadgeha Îstînafê biryar xira kir doz li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê hate dîtin.

Dozger bi îdîyaya 'endamê rêxistinê ye'' xwest ku Bîlîcî were cezakirin.

Dadgeha Tirk bi îdîaya 'endamê rêxistinê ye'' 6 sal û 3 meh ceza li Bilîcî birî.