'Biryara darvekirina ciwanên Êzidî biryareke siyasî ye, ne bi edalet e'

Saziyên Êzidî yên Ewropa biryara darvekirina ciwanên Êzidî ya dadgeha Iraqê şermezar kir û got: Em wekî Rêxistin û Saziyên Êzdiyan biryara Dadgeha Iraqê ya ji bo darvekirina 4 xortên Êzdî wekî biryarek sîyasî û bi hişmendîya DAÎŞ’ê dinirxînin.”

Saziyên Êzidî yên Ewropa têkildarî biryara darvekirinê ya dadgeha Iraqê ya derbarê 4 ciwanên Êzidî ku temenê wan jêrî 20 salî ne daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Em wekî Rêxistin û Saziyên Êzdiyan biryara Dadgeha Iraqê ya ji bo darvekirina 4 xortên Êzdî wekî biryarek sîyasî û bi hişmendîya DAÎŞ’ê dinirxînin.

Dadgeha bilind ya dewleta Iraqê li Mûsilê cezayê darvekirinê li 4 ciwanên Êzidî birî, ku bi tevahî civaka Êzidî li seranserê cîhanê hejand.

Ev ciwanên binavê Shaalan Elias Qasim Selo, Farouk Hama Faisal Hama, Tarifên Saeed Khader Saadou, Ahmad Faris Salih Faris bi kuştina du kesên ji Ereb di sala 2020 de têne tawanbar kirin.

Ev kiryara trajîk ku sala 2020’an li wir rû da, ji aliyê hemî Êzdîyên herêmê hate şermezarkirin.

Li gorî daxuyanî û çavkaniyên cihêreng, ti suc û têkiliya van ciwanan bi wê bûyera rûdayî re tineya.

Em wekî sazî û rêxistinên Êzdiyan, ti carî qebûl nekin bûyerên bi vî rengî wekî fersendekê ji bo xwe bibînin, ji bo karibin dîsa êrîşî hebûna civaka Êzdîyan bê kirin.

Em bînin bira we, bi heman hişmendîyê terorîstên DAÎŞ’ê jî di sala 2014’an li dijî civaka me olî qirkirinek sîstematîk pêk anî.

Wexta hişmendî û têgihiştina qanûnî ya dewletekê ev be, mafên pir netewa biparêzê û li ser mafê hinek netewa bigire, ev tê wateya wê dewletê bêaliya xwe bi temamî winda kiriye.

Li vir em dixwazin bi bîra dewleta Iraqê bixin erka we mafên kêm netew û kêm ola biparêze û li mafê wan xwedî derkevin. Lewma divê dewleta Iraqê bi erkê xwe rabe û bi taybetî ji bo civaka Êzdî ku berî 7 salan di nava qirkirinekê re derbas bû.

Em wekî Êzdî li bendê bûn dewleta Iraqê hînek gavên erênî û sitratêjîk ji bo civaka me Êzdï bavêjê, lê mixabin îro kiryarê berovajî tên dîtin.

Ev biryar bûye sebeba nerazîbûn û bê hêvîya hemû Êzidiyên li Iraqê. Dîsa bûye sedema ku Êzidî yên li kampan û bin konan venegerin ser cih û warên xwe.

Wekî lij or me destnîşankirî ev darizandin bi temamî wekî biryarek siyasî û ne biryarek adilane em dibînin.

-Ji wê bo vê divê ev biryar tavilê were vekişandin û pêvajoyek nû ya di bin çavdêrîya saziyên navneteweyî de bi edalet pêk were.

- Em bang li hikûmeta Iraqê, civaka navneteweyî û hemû welatên xwedî bandor dikin ku di vê rewşa taybetî de dad û parastina hûrgelan misoger bikin.

- Van ciwanên bê guneh ji darvekirinê rizgar bikin û ew karibin dîsa bi azad bijîn.”

Navê saziyên Êzdiyan yên Ewropayê wiha ne:

• SMJÊ - Sîwana Meclîsên Jinên Êzdî

• NAV-YEK - Navenda Yêkîtîya Komelên Êzdiyan

• HCÊ – Hevbendya Ciwanên Êzdî

• MŞD Meclîsa Şengalê a Derveyî Welat

• HÊS – Hevbendya Êzdîyên Sûriyê

• NÇÊ - Navenda Hunermendên Êzdî

• SMGÊ - Rêxistina Sîwanî ya Gundên Êzdiyan