Birîndarkirina kolberan ji aliyê hêzên Îranê ve didome

Li herêma sînorî ya Newsûdê komek kolber ku bûn armanca êrişa hêzên rejîma Îranê, di encamê de kolberek ji zinareke bilind kete xarê û bi giranî birîndar bû.

Qetilkirin û birîndarkirina kolber û kasibkaran û destgîrkirina welatî û çalakvanên sivîl û jîngehparêzî yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê bê navber didome û weke siyaseteke rojane lê anîne.

Hat ragihandin ku îro komek kolber dema li sînorê Newsûdê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberî dikirin, bûn armanca êrişa hêzên Îranê. Kolberên ku rastî êrişê hatinî hewldan ku xwe rizgar bikin. Di dema xwe rizgarkirinê de kolberek xelkê Ciwanro yê bi navê Hatemullah Weysî ji bilindahiyê dikeve xarê û ji aliyê sermilê xwe ve bi giranî birîndar dibe.

Weysî ji bo dermankirinê rakirine nexweşxanê.