Birayê Vedat Aydin: Dewletê qetil kir

Xizmên Windayan û ÎHD, Vedat Aydin ê HEP’î yê hatî qetilkirin vegot, bal kişandin ku qatil dewlet e.

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD a Amedê çalakiya xwe ya bi sirûda ‘Bila winda bên dîtin, berpirs bên darezandin’ di hefteya 595’an de dîmenek parve kir. Di dîmen de pirsa berpirsê Serokê Partiya Ked a Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin ê 5’ê Tîrmeha 1991’an bi gotina ‘îfadeya te wê bê girtin’ ji mal hate girtin û 7’ê Tîrmeha 1991’an li bin pirekî nêzî navçeya Maden a Xarpêtê cenazeyê wî hate dîtin, pirsîn.

‘BERPIRS DEWLET E’

Birayê Vedat Aydin Veysî Aydin diyar kir ku ji ber muxalefet ji aliyê dewletê ve weke dijmin tê dîtin, ev jî dibe sedemek têrker. Aydin got: “Dema ji xwe Kurd bî, ev yek hê şênber dibe û bi rengek cuda xwe dide nîşandan. Ji ber ku muxalefetî dikir, şaştiyên dewletê bi cesaret digot, hete hedefkirin. Em li berpirsê Qetilkirina Vedat Aydin nagerin. Li gorî min divê em li berpirsê kujerên windayên din jî negerin. Ji ber ku berpirs dewlet e.”