Li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de piraniya wan zarok 34 kes ji aliyê dewleta Tirk ve bi bombardûmana hewayî hatibûn qetilkirin.
Hewldana "Edalet ji bo Roboskî" bi bîr xist ku 110 meh di ser komkujiyê re derbas bûne û diyar kir, "Ji wê şevê heta niha 479 hefte derbas bûne, hiqûq winda ye, edalet reviya ye, her kes bêdeng e. Di nava 3 hezar û 350 rojên di ser komkujiyê re derbas bûn hîn jî edalet nîne."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Meclîsê komîsyon ava kir û veşart, dadgeriyê jî mafdar nîşan da. Roboskî sembola bêwijdaniyê ye ku mafê jiyanê nade mirovên me yên ku ji ber sînorên hatine danîn ji neçarî ji bo debara xwe bikin bi hêstiran bar dibin û tînin."
Hewldanê destnîşan kir ku Komkujiya Roboskî mîna komkujiyên din hemûyan radestî bêedaletî û bêcezahiştinê hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate gtin, "Heta ku bûyera li Roboskî qewimî ji gel re neyê vegotin, ne siyaseta Tirkiyeyê sivîl dibe ne jî demokratîk dibe."