Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Erzinganê hate eşkerekirin

OHD û TUAY-DER têkildarî Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê raporek amade kir û diyar kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin, dest dadinin ser nameyên Kurdî û doz derbarê girtiyên di grevê de ne hatine vekirin.

Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê û Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER) têkildarî binpêkirinên mafan ên di serdema pandemiyê de li Girtîgeha Erzînganê ya Tîpa T de qewimîne raporek amade kir.

Saziyan rapor parve kir. Li ser daxwaza xizmên girtiyan parêzer di meha Adarê de çûn girtîgehê û bi girtî û rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anîn. Binpêkirinên mafan ên di raporê de balê dikişîne.

Binpêkirinên mafan ên di raporê de wiha hatin rêzkirin:

“Cihê bêhnvedanê di bin standartan de ye û gelek biçûk in.

Hatiye destnîşankirin ku girtiyên nexweş dema dibin nexweşxaneyan û pêvajoya tedawiya wan de astengî derdikevin. Ji ber nexweşînên biçûk jî girtî nayên dermankirin û rê li ber nexweşiyên cidî vedike.

Hatiye diyarkirin ku tu hobi, kargeh û çalakiyên civakî nayên kirin.

Kargoyên ji girtiyan re tên şandin gelek dereng didin girtiyan.

Hat destnîşankirin ku rêveberiya girtîgehê nameyên kurdî desteser dike û serlêdan jî bêencam dimînin.

Di hevdîtinên malbatê de pirsgirêk derdikevin û malbatên dûr in bi zehmetî diçin hevdîtinê û daxwaza sewqa wan jî tê redkirin.  

Hat diyarkirin ku derbarê girtiyên ketine greva birçîbûnê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hatiye vekirin.  

Hat diyarkirin kul i girtîgehê girtiyek herî zêde dikare 5 pirtûkan li cem xwe bigire.

Li ser hev lêgerîn li qawîşan tê kirin û di van serdegirtinan de qawîş tên serûbinkirin.”  

Di encama raporê de jî hat xwestin ku girtiyên nexweş werin berdan û cezayê wan were taloqkirin. Her wiha di raporê de hat gotin divê zext û pêkanînên kêfî yên li ser girtiyan demildest bi dawî bibin.