Bîlmez: Tirkiye neçare ku li gorî rapora KE'yê tev bigere

Bîlmez: Tirkiye divê li gorî rapora Komîteya Herdemî ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê ku têkildarî tecrîdê hatiye dayîn tevger bike. Berovajî vê, wê derxistina Tirkiye ya ji sîstema Konseya Ewropayê bibe rojevê.

Ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ê ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ti hevdîtin nekiriye têkildarî bendeke ya rakirina tecrîda li Îmralî ya Komîteya Herdemî ya Meclîsa Parlemeteran ên Konseya Ewropayê ya piştî rapora CPT’ê ku li rapora xwe zêde kirî ji ANF’ê re nirxand.

Bîlmez destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji xwe ti demê li gorî pîvanên hiqûqa dewletê ya nehatiye bicihanîn li Îmarliyê sîstemek ya tecrîdê bi rê ve biriye.

‘CIHKIRINA VÊ BENDÊ DIDE NÎŞANDAN KU LI EWROPA JÎ TECRÎD ROJEV E’

Bîlmez bal kişand ser rapora CPT’ê û dîsa benda têkildarî rakirina tecrîda li Îmralî ya di rapora Komîteya Herdemî ya Meclîsa Parlementeran a Koseya Ewropayê (MPKE) jî ev got: “Girîng e ku madeyekî wiha MPKE’yê li rapora xwe zêde kiriye. Delîla gihiştiye wê nûqteyê ku êdî bêhiqûqiyên Tirkiyeyê nayê piştçavkirin e. Dide nîşandan ku rapora CPT’ê jî hatiye şopandin û êdî tecrîd rojeveke ku li Ewropayê jî tê nîqaşkirin.”

‘RAPORA MPKE’YÊ GÎRÎNG E, TIRKIYE NEÇARE LI GORÎ RAPORÊ TEV BIGERE’

Parêzer bal kişand ser girîngiya raporê û ev nirxandin kir: “Ev rapor girîng e. Di warê Tirkiyeyê de jî xwedî girîngî ye. Ji ber ku Tirkiye dewletekî ku endamê Konseya Ewropayê ye. Peymana avakirin û peymana mafê mirovan a Koseya Ewropayê di serî de peymanên bingehîn piranî îmze kirine. Ji ber vê yekê girîng e. Ji xwe Tirkiye di mijara mafê mirovan a bingehîn de sala 2017’an ketibû pêvajoya şopandinê. Dîsa di rapora 23’yê Cotmehê de ya ku Komîteya Herdemî ya MPKE’yê ku erê kiribû, bi awayekî giştî û dîsa di mijara azadî ûa mafên bingehîn de derketibû holê ku Tirkiye di warê cidî û her tim paş ve diçe. Li aliyê din di raporê de bal kişandina ser bêhiqûqiya li Îmraliyê jî, dide nîşandan ku Tirkiyeyê ji xwe ti demê li gorî pîvanên hiqûqa dewletê ya nehatiye bicihanîn li Îmarliyê sîstemek ya tecrîdê bi rê ve biriye. Tirkiye neçare ku li gorî vê raporê tevger bike. Eger ku vê pêk neîne wê Tirkiye di mijara mafê mirovan de winda bike. Aborî jî di nav de wê di gelek mijaran de encamên wê giran be.”

‘QEDXEYEKE KU HIŞÊ MIROV NEGIRE’

Bîlmez qala cezayê disiplînê yê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî birîn jî kir û wiha pêde çû: “Di rapora dawî ya CPT’ê de bi tesbîtên girîng dîsa pêşniyarên ku ji bo hikûmetê tê kirin ku divê tecrîd bê rakirin hebûn. Hema piştî vê ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve girtina biryarekî wiha di aliyê me de rewşekî welê ye ku ti îzahata wê û hişê mirovan negire ye. Li şûna ku hikûmet pêşniyarên ku hatine kirin bi cih bîne, berovajî bi girtina biryarên qedexeyê meydanê ji CPT’ê re dixwîne. Ev jî dike ku gotûbêjên li ser rewşa Tirkiye ya di sîstema Ewropayê de bileztir bike.

Ji xwe ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve tenê 2019’an parêzeran kariye 5 caran hevdîtinê bike. Ji xwe her kes jî dizane ku ev 5 hevdîtin jî piştî greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven destpê kir û piştre belavî hemû girtiyan bû ku ji bo rakirina tecrîdê hatibû destpêkirin, pêk hatibû. Ji hevdîtina dawî ya 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve her hefte parêzer serlêdan dikin lê tên redkirin. Ti bersivek ji bo hevdîtinên me yên her hefte heta Îlona 2020’ê hatine kirin nehatiye dayîn, niha jî qedexeya parêzeran a 23’yê Îlona 2020’ê ji bo me dike hincet. Lê ev hemû hewldan nake ku pêkanîna der mirovî tecrîdê rewa û hiqûqî bike. Êdî saziyên Ewropî jî vê rastiyê di raporên xwe de dide nîşandan.

‘HER ROJA BI TECRÎDÊ DIDOME ÊŞKENCE YE’

Bîlmez wiha domand: “Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe ya 2014’an de dayî, bê ku hêviyeke ya azadiyê hebe, cezayê heta mirinê girtin, bi awayekî vekirî dabû nîşandan ku tê wateya êşkenceyê. Mîna ku tim em vedibêjin; her roja li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê derbaskirin, tê wateya êşkenceyê. Li berçav re derbaskirina vê cezayî ya di demeke maqûl de ya DMME’yê, binî xêt kir ku divê di demekî diyarker de bê sînordarkirin. Ne tenê ji bo dosyaya Birêz Ocalan, Dosyaya Qiraltiya Yekbûyî ya Vînter û gelek dosyayên din biryarên wiha hatine dayîn. Tirkiye neçare ku pêwîstiyên vê biryarên pêk bîne. Weke tê zanîn, ji bo pêkanîna biryarên DMME’yê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê berpirs in. Ji xew di vê mijarê de ji aliyê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê ji 2014’an ve hewldanên me didomin.

Tirkiye bi israr ji bo pêwîstiyên bicihanîna biryara DMME’yê, sererastkirina qanûnî ya neçare pêk bîne, taloq dike. Weke tê zanîn hinek alî dixwazin li ser muwekîlên me hesabên siysî dikin. Ji aliyekê ve jî ev derdorên ku gotûbêjên ku têkildarî rojevê dikin rastiyekê îfade dikin; ji ber ku li gorî rêgezên hiqûqa kurewî her kes li ber qanûn û hiqûqê wekhev e, Birêz Ocalan jî ne ji derveyî vê ye. Divê êdî pêwîstiyên bicihanîna biryara DMME’yê bên pêkanîn. Li aliyê din jî ev gotûbêj jî heta dawî ne etîk in; ev derdor hewldanên aştiyê û çareseriya demokratîk a muwekîlê me ku 21 salin didomîne krîmînalîze dike. Lê ev hewldanên valane. Êdî hemû hewldanên aştiyê yên Birêz Ocalan bûye malê hemû civaka Tirkiyeyê, çi zû çi direng wê hiqûq bê bicihanîn û Tirkiye wê bigihêje aştî û demokrasiya hesreta wê dikişîne.”