Bîlançoya koronavîrusê giran dibe

Li temamî dinyayê nêzî milyonek û 100 hezar kes bi koronavîrusê ketin. 60 hezar kes jî ji ber koronavîrusê mirin.

TIRKIYE

Dewleta Tirk diyar kir ku hejmara nexweşên koronavîrusê bûye 20.921 û 425 kes jî mirine. Tê diyarkirin ku daneyên desthilatdariya AKP û MHP’ê ne rast e, hejmara mirî û birîndaran jî zêdetir e. Li Tirkiyeyê li 30 bajarên mezin û Zongûldakê çûn û hatina bajaran hatiye qedexekirin. Di heman demê de kesên ne 20 salî bin jî derketina wan a derve hatiye qedexekirin.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji meaşê gelek karkeran hin pere birî û qaşo wê texe hesabê bexşê.

LI AMEDÊ XEBATKARÊN TENDIRUSTIYÊ BI VÎRUSÊ KETIN

Li Amedê li naveneke tendirustiyê 2 xebatkarên tendirustiyê bi vîrusê ketine. Nivîskar Ozgur Amed got ku “Xwişka min û hevjînê wê bi vîrusê ketine. Her du jî xebatkarên tendirustiyê ne.”

LI ERXENIYÊ KARANTÎNA

Li Erxeniya Amedê ji ber ku testa Kovîd-19 a nexweşekî 86 salî pozîtîf derket, Taxa Hesrînê xistin karantînayê.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê qanûna înfazê li meclîsê da qebûlkirin. Girtiyên siyasî derveyî vê qanûnê hatin hiştin

Li girtîgehan bi sedan zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne, di bin gefa Kovîd-19’ê de ne.

Malbatên girtiyan diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê jî av hatiye birîn.

Li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê jî rêveberiya girtîgehê ji bo mehekê bi tenê maskeyek û lepikek daye girtiyan.

DYE

Li DYE hejmara nexweşan 277 hezar derbas kir û 7400 kes jî mirine. 257 hezar kes jî li nexweşxaneyan tedawî dibin.

ÎTALYA

Li Îtalyaya ku herî zêde mirin lê çêdibe, hejmara kesên bi vîrusê ketîn gehişte 120 hezaran û nêzî 15 hezar kes mirine.

ÎSPANYA

Li Îspanyayê di nava 24 seatan de 809 kes mirine. Li welat bi giştî hejmara kesên bi vîrusê ketîn 124 hezar derbas kir û nêzî 11 hezar û 700 kes jî mirine.

ELMANYA

Li Elmanyayê hejmara kesên bi koronavîrusê ketîn 91 hezar derbas kir, 1275 kesan jiyana xwe ji dest dane.

FRANSA

Li Fransayê 64 hezar kes bi nexweşiya koronavîrusê ketine, ji 6500 kesan zêdetir jiyana xwe ji dest dane. Nêzî 14 hezar kes baş bûne û 43 hezar kesan zêdetir tedawiyê dibînin.

ÎNGÎLTERE

Li Brîtanyayê hejmara kesên bi koronavîrusê ketin 38 hezar û hejmara miriyan jî 3600 derbas kir. 34 hezar kes tên tedawîkirin.

Li Îngîltere û Gallerê  4 hezar mehkumên li girtîgehan dibe ku di demek nêz de werin berdan. Lê belê kesên sûcê tundî û cinsî kirin û hatine hikumkirin zû nayên berdan.

BELÇÎKA

Li Belçîkayê jî hejmara kesên bi koronavîrusê ketîn 17 hezar in û ji 1140 kesan zêdetir jiyana xwe ji dest dane. Nêzî 13 hezar kes tên tedawîkirin.

HOLLANDA

Li Hollandayê hejmara kesên bi vîrusê ketîn 15 hezar û 700 kes derbas kir, 1487 kes jî mirine. Li nexweşxaneyan nêzî 14 hezar kes tên tedawîkirin.

SWÎSRE

Li Swîsreyê ji 19 hezar kesan zêdetir bi koronavîrusê ketine û 591 kesan jiyana xwe ji dest dane.

ÎRAN

Li Îranê 53 hezar nexweşên bi vîrusê û nêzî 3300 kes mirî hene. 32 hezar kes li nexweşxaneyan tên tedawîkirin û ji 4 hezar kesan zêdetir rewşa wan girane.

LI KUWEYT Û GURCISTANÊ MIRINÊN YEKEM

Li Kuwêtê mirina yekem kesên bi vîrusê ketî hate dîtin. Di daxuyaniya ji aliyê wezîrê tenduristiyê ve hatî kirin de, di nava 24 seatên dawî de 62 kesên din hatine tesbîtkirin bi koronavîrusê ketine, li welat hejmara kesên bi vîrusê ketîn gehişte 479 kesan.

Li Gurcistanê yek ji 157 kesên hatî tesbîkirin jiyana xwe ji dest da. Bijîşkan diyar kirin ku kesê jiyana xwe ji dest dayî jinek 79 salî ye û nexweşiyên wê hebû.