'Bihuşta Min' li Ûrûgûayê bû 'dokûmantera herî baş'

Dokûmantera bi navê "Bihuşta Min", ku ji aliyê derhêner Ekrem Heydo ve hate amadekirin û qala êrîşa çeteyên El Nûsra ya 2012'an a li Serêkaniyê dike, li Ûrûgûayê hêjayî xelata 'Dokûmantera herî baş' hate dîtin.

Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya 6. a Tenemos Que Ver de, xelata "Dokûmantera herî baş" ji dokûmantera "Bihuşta Min" a derhêner Ekrem Heydo re hate dayin.

Derhêner Ekrem Heydo diyar kir, bihîstina dengê Rojava li Latîn Amerîkayê tiştekî gelekî girîng e û got, "Beriya her tiştî li Latîn Amerîkayê nîşandana fîlmekî li ser berxwedana Rojava û Kurdan gelekî girîng e. Hêjayî xelatê hate dîtin, ku ev yek mezinahiya berxwedana Rojava radixe pêş çavan. Fîlm di demeke nêz de li Tayvanê hate nîşandan û gelekî bal kişand. Ev jî vê yekê nîşan dide; Berxwedana Rojava ji Asya heta Latîn Amerîkayê li çar aliyên cîhanê bi rêzdarî tê pêşwazîkirin. Ev yek ji bo me serketineke mezin e."