Bi vîrûsa koronayê re mirov êdî ji bajaran vedigerin gundan

Bi pandemiya vîrûsa koronayê re gelek malbatên li Colemêrg û Wanê yên beriya demeke dirêj ji gund koç kiribûn, vegeriyan gundên xwe. Mirovan li gundan dest bi çêkirina xaniyan kirin û bi çandiniyê re mijûl dibin.

Vîrûsa korona ku li tevahiya cîhanê belav bûye, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî dibe sedema mirina mirovan. Ji ber ku dewleta Tirk li dijî şewbê tevdîreke têrker nagire, gel bi xwe neçar dimîne tevdîran bigire. Bi van tevdîran re gelek malbat ji bajaran vedigerin gundan.

Hin malbatên ku di salên 1990'î de ji gundên xwe bi zorê hatibûn koçberkirin, bi belavbûna şewba vîrûsa koronayê re ji nû ve li gundên xwe vegeriyan. Bajarê ku vegera li gundan lê herî zêde ye, Colemêrg e. Malbatên ku ji navenda Colemêrgê vegeriyan gundan, li gundan dest bi çêkirina xaniyan kirin, her wiha li bax û baxçeyên xwe dest bi kar kirin. Li gundên Çemîalekanan, Xelîla, Bekopi, Xenanis, Sûmanis, Kotanîs û gelek gundên Colemêrgê vegera mirovan a li gundan zêde bû.

Li Wanê jî bi sedan malbatên li navçeyên Rêya Armûşê, Tûşba, Artemêtan û Erdîşê li gundên xwe vegeriyan. Mirovên li gundan vegeriyan diyar kirin ku navenda bajaran gelekî qelebalix e û vîrûsa korona her belav dibe. Şêniyan destnîşan kirin ku gund hem aram in hem jî xwezayî ne, lewma ew vegeriyan e.