'Bi vegera li ser axê re mirov dikare ji fermanê re rizgar bibe'

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Emşê Şengalî: Em dixwazin ku gelê me vegere ser erdê xwe û em bi hev re jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Ev bûyerên ku li kampên Başûrê Kurdistanê diqewimin ne tesaduf in, ev tev berdewamiya fermanê ne.

 Îro saet di 10’an de li Meclîsa  Gel a Xenasorê li ser bûyera Şewata kampa Şarya ya girêdayî Dihokê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  û Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê ve hate dayîn.

Daxuyanî  ji aliyê endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Emşê Şengalî ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ev rewşa gelê me yê kampan ji me re êşeke mezin e. Em dixwazin gelê me yên kampan şiyar bin û bi pêşeroja xwe bifikirin. Li mayîna kampan wê bi xwe re rewşên xwekuştin û malmîrate bûnê bîne. Em dixwazin ku gelê me vegere ser erdê xwe û em bi hev re jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Ev bûyerên ku li kampên Başûrê Kurdistanê diqewimin ne tesaduf in, ev tev berdewamiya fermanê ne. Destê Hikumeta Başûr, Hikumeta Iraqê û dewleta Tirk bi hev re di nav de heye.”

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk Heso Îbrahim jî di heman  daxuyaniyê de bal kişand ser  politikayên Hikumeta PDK’ê ya li ser kampan û wiha nirxand: “Em ji ber bûyera ku doh di Kampa Şeriya de çêbûyî dilgiran in. Dema me ji Şengalê dimenên kampa Şaryayê dît careke din ferman li pêş çavê me nû bû. Ev tev xemsariya rêveberên Başûr û yên kampan in.

Divê Hikumeta Başûrê Kurdistanê dev ji planên xwe yên qirêj berde, li ser gelê me siyasetê nekin û gel ji xwe re kar neyînin.

Ev 7 sal derbas bû ku malbatên me di bin wan çadirên laylonî dijîn û ne carekê bi dehan caran şewat qewimîne, lê rexmê wê tedbîrên pêwist nehatine girtin. Hikumeta Başûr li ser medyayên xwe 24 saetan dibêjin Şengal ne aram e lê va ye ji aliyê hemû kesan ve tê dîtin ku Şengal ji giştî Iraqê bi ewletir e, Şengal cihê jiyan û ewlehiyê ye. Em careke din hêvî dikin ku tevahî gelê me vegere ser axa xwe û li vir em bi hev re ax û baweriya xwe biparêzin.”