Bi sedan kesî berê xwe da konê sersaxiyê yê ji bo Şukru Serhed hatî danîn

Li bajarê Silêmaniyê li cihê ku şehîd Şukru lê hatî şehîdxistin, konê sersaxiyê hatiye danîn û bi sedan kesî berê xwe daye konê sersaxiyê.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukru Serhed ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû bajarê Silêmaniyê, sibeha 17’ê Îlonê saet derdora 09.00’an li taxa Çarçira dema li ser rê dimeşiya, ji aliyê kes an jî kesan ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Şukru Serhet şehîd bû.

Hîn jî kujerên şehîd Şurku Serhed nehatine girtin.

Li cihê ku Şukru Serhed lê hatî şehîdxistin, (Taxa Çarçira ya Silêmanî) konê sersaxiyê hatiye danîn. Nûnerên partiyan, siyasetmedar, mamosta, rewşenbîr û bi sedan xelkê Başûrê Kurdistanê kom bi kom serdana konê sersaxiyê dikin.

Serdanên ji bo sersaxiyê tên qebûlkirin û tê payîn heya danê êvarî dewam bike.

HEVSEROKÊ YNKÊ ŞÊX CENGÎ HATE ŞÎNÊ

Lahor Şê Cengî ji malbata Yasîn Bûlût re sersaxî xwest û got “Mixabin ev karesateke gelekî mezin bû. Ez bi tundî vê êrişê şermezar dikim. Hêvîdar im rêxistinên îstîxbaratê kujeran bigire.”

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî şîn hate danîn. Di axaftinan de soza girêdayîna bi şehîdan û geşkirina têkoşîna li dijî faşîzmê hate dayîn.