Bi salan in winda ne: Wesayîta wan li ber qereqolê hate dîtin

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Zozan û Orhan Eren ên sala 1997’an wesayîta wan li nêzî qereqola jendermeyan hate dîtin û careke din agahî jê nehatin girtin, pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya hefteya 636’emîn a “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin”, ji ber pandemiyê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal lidar xistin. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta hevjînên hev Zozan û Orhan Eren ên di  25’ê Îlona 1997’an de, li navçeya Licê ya Amedê wesayîta wan 50 metre nêzî Qereqola Eskerî ya  Angul hat dîtin û dûre bi tu awayî agahî ji wan hat girtin, hat pirsîn.

Endamê Komîsyoan Xizmên Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz, bûyera windabûna du hevjînên hev û Parêzerê malbatê Serhat Eren, pêvajoya hiqûqî ya derbarê bûyerê de vegotin. 

Endamê komîsyonê Akdenîz, wiha behsa çîroka du hevjînên hev kir: “Zozan Eren li Ocaxa Tenduristiyê ya Pasûrê hemşîre bû û Orhan Eren jî karmendekê girtîgehê ya navçeya Licê bû. Berî ku Zozan Eren ji holê winda bibe 3 heftiyan, bi hinceta ‘Alîkarî dayîna PKK’ê’ sîrgûnê Nexweşxaneya Nexweşiyên Zayîna Jinan û Zarokan a Amedê hatibû kirin. Qeymeqamtiya Parûsê Zozan vedixwînie meqamê xwe û jê dixwaze ku ji vê derê tayîna xwe bixwaze. Piştre du polîsên li qeymeqamtiyê kar dikirin, ji Zozan re gotin; ‘Tu dermanan ji PKK’iyan re dişînî. Ji ber vê tu neçarî ji vê derê biçî.’

 Zozan a tayîna wê ji bo Amedê derdikeve, di 24’ê Îlona 1997’an de bi hevjîna xwe re dixwaze biçe serdana malbata xwe ya li Pasûrê dimîne. Dayika Zozan Pembe Toprak dema ku dimîne keça wê û zavayê wê di 25’ê Îlonê de nehatin, dikeve nava fikaran. Hevalekê Orhan ê kar piştî demekê li dayika Zozan digere û jêre dibêje wesayîta wan 50 metre nêzî Qereqola Eskerî ya Angul a girêdayî Lîcê dîtiye û şîreta ku li cihên pêwîst bigere, lê dike.

Li gel hemû serlêdan û hewldanên malbatê jî, tu gahî ji du hevjînên hev nehat girtin. Malbatê li ser vê yekê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê di 21’ê Sibata 2005’an de, ji sûcê ‘binpêkirina mafê jiyanê’ Tirkiye mehkûm kir. 

Parêzer Serhat Eren jî, derbarê pêvajoya hiqûqî ya têkildarî windakirina Zozan û Orhan Eren axivî û wiha got: "Di derbarê bûyerê de, lêpirsînek bi bandor nehat birêve birin. Ji ber vê me dosya şand DMME û Tirkiye hat mehkûmkirin.

Di derbarê vê dosyayê de, piştî hewldaneke demek dirêj, me agahiya ku wesayîta van kesan hatiye rawestandin û nêzî cihê revandina du hevjînên hev, gorek hatiye dîtin û dibe ku du kes di vê gorê de bin, girt. Malbatekê ev agahî dan me. Me re agahî, di saal 2014 û 2015’an de bi Serdozgeriya Komarê ya Licê re parve kir. Dozger daxwaza me ya ‘em biçin wir keşf bikin û kolandinê bikin’ qebûl kiribû. Roja kolandinê jî hat diyarkirin. Lê dozger dûre bi hinceta ‘ewlekariyê’ destûr neda kolandinê. Lê hîna jî ew cih nehatiye kolandin.” 

Eren, da zanîn ku pişt re dosyeya lêpirsînê, ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya Rayeya Taybet, ji bo Serdozgeriya Komarê ya Licê hat şandin û dosya hîna jî li wê derê ye.