'Bi ruhê Şêladizê li dijî êrîşan rabin'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Gelê Kurd bi serhildana Şêladizê ev dagirkerî erê nekir, da nîşandan ku li kû dera Kurdistanê êrîşek hebe divê gelê Kurd li ber wê rabe ser lingan.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêma Xaxûrkê daxuyaniyek nivîskî da û got: “ Artêşa Tirk dagirker li devera Xaxûrkê dest bi oprasyoneke ya dagirkeriyê nû kiriye. Ev êrîşa ya ji aliyê desthilata qirker a AKP-MHP’ê ve dewama êrîşên dagirkeriyê ya hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ev tevgera dagirkeriyê ya desthilata faşîst a AKP-MHP’ê carekî din da nîşandan ku ne tenê dijminê Bakurê Kurdistan dijminê hemû Kurdistanê ye. Yek ji şahidiya dewleta Tirk a mêginger û qirker a li dijî Kurdan e. Ev êrîş ne tenê li ser Tevgera Azadiya Kurd, hemandemê li dijî Başûrê Kurdistan û Iraqê ye jî.

Ev êrîş li ser bazariyên qirêj û xefletên dîrokê pêk hatiye. Ev êrîş a destpêkê bi rasthatina Serokwezîrê Iraqê ya çûna Tirkiyeyê, dîsa heman roja êrîşê serdana Serokkomarê Iraqê ya ji bo Tirkiyeyê û hevdîtin kirin, her wiha bi van êrîşan re serokê harêma Başûrê Kurdistanê hilbijartin, li gel wê hevdîtina Erdogan a li gel DYE’yê dide nîşandan ku êrîş pir alî ye. Dîsa li hemberî van êrîşan helwest nedana diyarkirin nîşaneya rastiya vê yekê ye. Hebûna gerîlayan a ji aliyê PDK’ê ve weke dagirkerî nîşandan, êrîşan rewa dike û tevgera dagirkeriyê teşwîq dike. Ji xwe li Herêma Xaxûrkê mêhvandarîkirina arêtşa Tirk, dîsa anîna ziman ku alîkarî bide hêzên dagirker vekirî nîşana PDK jî di êrîşê de heye. PDK bi xefleteke dîrokî bûye hevkariya êrîşê.

Bi taybet piştî nêzîkatiyên deshilata AKP’ê ya piştî  referandûma serxwebûnê û krîzên Kerkûkê û şûnde pêk hatina van êrîşan hê zêdetir bêdeng bûye. Bêdengbûna hikûmeta rewa ya Başûrê Kurdistanê ya li dijî van êrîşên dagirkeriyê, pêşiya dagirkeriyê vedike. Niha halê hazir li Başûrê Kurdistanê bi dehan baragehên artêşa Tirk û bi dehan cihên MÎT’ê hene. Li herêmeke hatî dagirkirin evqasî di asta leşkerî de hêz û yekîneyên îstixbaratê nîne. Niha MÎT bi rêxistina îstixbaratê ya Başûrê Kurdistanê re kar dike, li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê operasyonan pêk tînin. Ev êrîş nayê wê wateyê ku ji ber tenê hebûna gerîla ya li herêmê pêk tên. Bêdengiya PDK tenê dixwaza rastî nixûmînê ne tişteke dine.

DIVÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN BIKEVIN NAVA TEVGERÊ

Li beramberî bêdengiya dewleta Iraq, hikûmeta Başûrê Kurdistan û partiyên siyasî erk dikeve ser milê gelê Başûrê Kurdistanê, ciwanan, jinan, hêzên demorkatî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û hunermendên ku bûn wijdana civakê. Ev êrîşa dagirkeriyê ji bo ku nebe êrîşa dagirkirina hemû Başûrê Kurdistanê divê gelê me li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, cihên hêzên leşkerî û nuqteyên MÎT’ê lê ne, bikevin tevgerê. Gelê Kurd bi serhildana Şêladizê ev dagirkerî erê nekir, da nîşandan ku li kû dera Kurdistanê êrîşek hebe divê gelê Kurd li ber wê rabe ser lingan.Gelê Şêladizê xeta welatparêziyê ya rast nîşanî herkesê kiriye. Di serî de ciwan û jin em bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşan derbikevin û bi rûhê yekîtiya netewî li her cihê Başûrê Kurdistanê êrîşan vala derbixînin. Dîsan li nava welat û derveyî welat em bang hemû gelê xwe û dostan dikin ku li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin.

Em bang li dewleta Iraqê, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî jî dikin ku li dijî vê dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin. Têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd ne li dijî tu gelî û welatî ye. Tevgera me ya azadiyê tenê ji bo azadiya gelê Kurd û demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn têdikoşe. Di şexsê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê de tenê dewleta Tirk li dijî vê ye. Li ser vî esasî em bang li hemû dewletên herêmê, hêzên navnetewî û raya demokratîk a cîhanê dikin ku li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bidin.

EM GERÎLAYÊN BERXWEDÊR SILAV DIKIN

Em gerîlayên xwe yên leheng ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin silav dikin û berxwedana wan a bêhempa ji dil û can pîroz dikin. Em bawer dikin ku wê gerîlayên azadiyê ku xwedî bîr û baweriyeke xurt in wê bersiva dagirkeran bidin."