'Bi ruhê hevrêtiya Sarayan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin'

Gerîlayên YJA Starê Ronahî Herekol û Berfîn Enzel û gerîlayê HPG'ê Yilmaz Garzan şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn û gotin, "Em ê bi ruhê hevrêtiya Sarayan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Gerîlayên YJA Starê Ronahî Herekol û Berfîn Enzel û gerîlayê HPG'ê Yilmaz Garzan bi wesîleya salvegera 9'emîn a Komkujiya Parîsê ji ANF'ê re axivîn. Gerîlayên YJA Star û HPG'ê hersê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi rêzdarî bi bîr anîn.

Gerîlayê HPG’ê Yilmaz Garzan di destpêka nirxandina xwe de di şexsê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha got: "Ji bo pênasekirina şehîdan divê mirov jiyana wan nas bike û zanibe. Gava ku em li jiyana şehîd Sara jî dinerin em her tim têkoşîn, berxwedan û serhildan dibînin. Hêj di ciwantiya xwe de hevrê Sara malbat ango pergal qebûl nekir û wêrekiya têkoşînê nîşan da. Naskirina wê ya têkoşîna azadiyê asta têkoşîna wê bilindtir kir. Ew di pêvajoya zindana Amedê de jî xwedî rolekê dîrokî bû û berxwedaniyekê bêhempa meşand. Di vê pêvajoyê de bi taybet li jinan serî tewandin dihat ferzkirin. Lê belê hevrê Sara her tim serbilind û wêrek bû. Li zindanê heval Sara serî li beramberê Esad Oktay radike û zilma dijmin red dike. Di heman demê de hevrê Sara li beramberê îxanetê jî xwedî sekin e. Mirov kesayeta hevrê Sara di vir de nas dike û mînak digre. Mirov ji jinên berxwedêr di kesayeta wê de bandor dibe. Dema ku heval Sara ji zindanê derket berê xwe da Rêber APO û jê şûnde berê xwe da çiyayên azad. Dîsa di vir de sekna wê ya pêşeng xwe da pêş. Ne gengaz e ku mirov ji hevrê Sara bandor nebe."

'HEVRÊYA RÊBER APO'

Gerîlaya YJA-Starê Ronahî Herekol hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Min bi şehadeta wê de kesayeta heval Sara nas kir. Min di şexsê wan hevalan de têkoşîna jinê nas kir. Dema ku min şehadeta hevalan bihîst hestên pir cuda bi min re çê bûn. Min di vê pêvajoyê de çapemeniyê jî dişopand. Ew komplo hişt ku ez li xwe bizivirim û min li xwe dipirsî, çima ewqasî êrişên dijwar di şexsê jinê de li ser civakê tên ferz kirin. Dema ku ez beşdarî nava refên azadiyê bûm jî, min dîroka têkoşîna jinê di şexsê hevrê Sara de nas kir. Hevala Sara ji bo me pêşeng e, fermandara me ya mezin e û rênîşana têkoşîna azadiya jinê ye. Kesayet û sekna heval Sara hişt ku em bi birdoziya Rêber APO ve hêj zêdetir bên girêdan û xwe di hevrêtiya bi Rêber APO de hêj kûrtir bikin. Tevgera azadiya jinê bi hevrê Sara re destpê kir û di roja me ya îro de li cîhanê deng vedide. Em dixwazin di her gavekê ku diavêjin, xwedî li têkoşîn û keda hevala Sara derbikevin." 

'ASTA HOVÎTIYA DEWLETA TIRK'

Gerîlayê HPG'ê Yilmaz Garzan wiha pê de çû: "Dema ku em li êrişên pergalê yên li beramberê tevahiya jinan mêze dikin, em dibînin ku qismî serî tewandinekê heye. Hevala Sara ev yek qebûl nekir û her tim berxwedanê esas girt. Dewleta Tirk a dagirker li beramberê sekna hevrê Sara cardin hovîtiya xwe nîşan da û di sala 2013’an de komployekê li beramberê heval Sara, Rojbîn û Ronahî pêk anî. Ev komplo cardin asta hovîtiya dewleta Tirk nîşanî tevahiya cîhanê da. Sedema êrişa li dijî heval Sara diyar e. Dijmin xwest bi vê komployê ve derbeyekê li dijî tevgera me û têkoşîna jinên cîhanê bixe. Plansaziyên dijmin pêk nehatin."

'ŞEHÎD FERMANA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE'

Gerîlayê HPG’ê Yilmaz Garzan rastiya şehîdan anî ziman û nirxandina xwe wiha bi dawî kir: "Rûxmî ku em bi dewleta Tirk re bi salan e di nava şerekê dijwar de ne, em nas nekirin. Ji ber ku em di dîroka partiyê de komployên din jî dibînin. Dijmin hêj beriya damezrandina partiyê xwest qadroyên tevgerê bike hedef û bi vî rengî hevalê Heqî Karer Şehîd bû. Lê belê em di vir de jî dibînin ku Rêber APO li pey her şehadetekê gavekê mezin diavêje û xwe di partîbuyînê de kûrtir dike. Dîsa dema ku fermandarê me heval Egîd şehîd dibe, Rêber APO artêşbuyînê esas digre. Ango dijmin hêj nêzîkatiya partiya me ya ji bo şehîdan fêm nekiriye. Niha bi sedan jinên ciwan navên Şehîd Sara, Şehîd Rojbîn û Şehîd Ronahî li xwe kirine û li ser şopa wan lehengan dimeşin. Em cardin li dîroka partiyê dinêrin, hevrê Kemal Pîr pêdîwiya cezakirina Esad Oktay anî bû ziman. Ev yek pêk hat. Hevrê Sara di sala 2013’an de şehîd bû lê divê dijmin vê baş bizanibe ku em ê tola şehîdan rabikin. Em ê têkoşîna xwe li ser vê esasê hêj bilindtir bikin û layîkê şehîdan bin. Bangawaziya min ji bo hemû ciwanên Kurd jî ew e ku têkoşîna şehîdan ji bo xwe esas bigrin û li ser şopa wan bimeşin, tevlî nava refên gerîlayan bibin."

'EM Ê XEYALÊN ŞEHÎDAN PÊK BÎNIN'

Gerîlaya YJA-Starê Ronahî Herekol gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Di vê serdemê de, ango di sala 2022’an de em ê bi tolhildana wan şehîdan bi rê bikevin û weke jin xwe bigihînin serkeftinê, ango azadiya fîzîkî ya Rêber APO. Ji destpêka dîroka partiyê ve hevrê Sara jina herî nêzî Serokatî bû. Ji lewra ez di vê baweriyê de me ku bi naskirina hevrê Sara re naskirina Rêber APO jî gengaz e. Em ê di sala 2022’an de bi rihê hevrêtiya Sarayan re bigihîjin misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO. Di astekê de xeyalên hevala Sara pêk hatin. Tevgera me gelek mezin bûye. Lê belê hê jî xeyalên şehîd Sara yên ku pêk nehatine hene, di Kurdistanekê azad de jiyana ya bi Serokatî re. Ji bo sala 2022’an armanca ku em didin li pêşiya xwe û îdeaya me ew e ku em Rêberê xwe azad bikin û xeyalên heval Sara pêk bînin. Her çiqasî berdelên giran jî hatibin dayîn, ev yek dihêle ku têkoşîna me xurtir bibe û şoreş misoger bibe. Bangawaziya me jî ji bo gelê Kurd, ciwanan û gelên cîhanê ew e ku li kêleka gerîla tola şehîdên şoreşê bê rakirin û bi vî awahî azadiya Rêber APO ya fîzîkî bê misogerkirin."

'TÊKOŞÎNA ME BI RUHÊ SARAYAN BILIND DIBE'

Gerîlaya YJA-Starê Berfîn Enzel jî bi bîranîna her sê jinên şoreşger ên Kurd dest bi axaftina xwe kir û got “Ez di salvegera şehadeta heval Sara, heval Rojbîn û heval Ronahî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Di heman demê de ez komploya ku di şexsê her sê hevalan de hatiye pêk anîn jî şermezar dikim. Em ê têkoşîna xwe ya li beramberê vê komployê di sala pêşiya xwe de hêj bilindtir bikin.”

‘RONAHIYA RÊYA TÊKOŞÎNÊ’

Gerîlaya YJA-Starê Berfîn Enzel axaftina xwe wiha domand “Di dîrokê de rola heval Sara ji bo me bi vî rengî ye, heval Sara pêşenga me ye, jina têkoşer ya destpêkê ye û rêhevala yekemîn ya Rêber Apo ye. Ji bo me rêhevala Sara xwedî wateyekê bi manewiyat û girîng e. Rêheval Sara bi berxwedaniya ku li zindana Amedê daye meşandin li pêşiya me bû ronahiya rêya têkoşînê. Em ê li ser vî esasî her tim bi hurmet nêzî keda wê ya mezin bibin û hewil bidin li ser vê rêyê têbikoşin. Di heman demê de rêhevaltiya Rêber Apo ya bi rêhevala Sara jî ji bo me xwedî girîngî ye. Nêzîkatiya Serokatî ya ji bo rêhevala Sara bi rastî jî gelek cuda bû. Tê zanîn em wêneyên şehîdan bi dîwar ve dikin. Rêber Apo hêj beriya şehadeta rêhevala Sara wêneya wê di odeya xwe ya kar û xebatan ve kiribû. Ev yek rêzgirtin û hestên rêhevaltiyê ya Rêber Apo ji bo heval Sara, bi awayekî eşkere nîşanî me dide. Ev yek manewiyatekê mezin e. Em hêzên YJA-Starê a niha jî rêheval Sara wekê pêşeng û fermandara xwe ya mezin dibînin.”

‘WÊ EW RUH BIGIHÊJE LÛTKEYAN’

Gerîlaya YJA-Starê Berfîn Enzel axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Min bi xwe jî di şexsê rêhevala Sara de nakokiyên bi pergala heyî dinirxand û ez gelek li ser rastiya jina serhildêr fikirîm. Ez bi vî rengî bandor bûm û beşdarî nava refên gerîlayan bûm. Her çiqasî îfadekirina fikir û hestan zehmet jî be, ez dikarim vê bibêjim ku ev salveger ji bo me di hêlekê de bi êş e lê di hêlekê de jî kîna me ya li beramberî dijminê gelan bilindtir dike. Em komployekê bi vî rengî ji dijmin re nahêlin. Em ê tola rêhevala Sara rabikin. Em ê xeyalên hevala Sara pêk bînin. Rihê rêhevala Sara di nava tevahiya hêzên gerîla û gelên azadîxwaz de hatiyê belavkirin. Vî rihî teyisandina xwe li ser têkoşîna me ya sala 2021’an jî kir. Îsal bi destana lehengên Garê ve dest pê kir û bi pêngavên Cenga Xabûrê, Bazên Zagrosê û Egîdên Botanê deng veda. Di sala 2022’an de wê ew rih bigihêje lûtkeyan. Bangawaziya min ji bo keç û xortên ciwan û gelê Kurd ev e ku yekbûyîna bi rihê rêhevala Sara wê rêya têkoşînê nîşanî tevahiya cîhanê bide. Em ê bi vê rihî ve bigihîjin serfiraziyê. Divê em têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em gerîlayên azadiya Kurdistanê soz didin ku tola rêhevala Sara û ya hemû şehîdên şoreşê rabikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”