'Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê berê xwe bidin Amarayê'

MED TUHAD-FED, KCD, TJA, DBP û HDP'ê bang kirin, "Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê em berê xwe bidin Amarayê. Em bang li gelê xwe dikin ku 4'ê Nîsanê ji bo Meşa Amarayê biçin Xelfetiyê."

Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên rojbûna 73'an a Ocalan civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Zekî Baran li civînê axivî û diyar kir ku Abdullah Ocalan 23 sal in bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye. Zekî Baran bal kişand ser rola Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got, "Di Newroza 2013'an de bi nameya Birêz Ocalan re bi milyonan kesî berê xwe dan qadên Newrozê û nîşan da ku ew li pişt nexşeya wî ya rê ye. Piştî ku Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan maseya mutabaqatê qeliband, li Tirkiye û Kurdistanê pêvajoyeke tarî dest pê kir. Desthilatdariya AKP-MHP'ê polîtîkayên şer û darbeyê ji nû ve xiste dewrê."

Baran anî ziman ku Kurd li dijî zext û êrişan li ber xwe didin û got, "Ji sala 2013'an û vir ve Newroza herî mezin a dîroka gelê Kurd di sala 2022'an de pêk hat. Newroza 2022'an ku veguherî referandûma azadiyê ya gelê Kurd, careke din ji bo çareseriya aştiyane û danûstandinan a demokratîk a pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan nîşan da. Gelê Kurd li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê herikî qadan û li dijî şer û mêtingeriyê ala berxwedanê hilda. Li qadên Newrozê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî qîriya. Ev daxwaz di heman demê de bangek ji bo çareseriya siyasî demokratîk a meseleya Kurd e."

BANGA LI GEL

Baran bal kişand ser çalakiyên 4'ê Nîsanê û got, "4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û gelên herêmê bûye sembola aştiyê li dijî şer, azadî li dijî koletiyê, wekhevî li dijî mêtingeriyê. 4'ê Nîsanê rojbûna Birêz Ocalan e. Ji berê ve hefteya destpêkê ya Nîsanê bi Meşa Amara û çandina şitlan tê pêşwazîkirin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji 1 heta 10'ê Nîsanê li her devera ku lê ne şitlan biçînin ku tê wateya jiyaneke nû. Di heman demê de bi daxwaza azadiyê ya gelê Kurd, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û danûstandinên demokratîk, ji bo bidawîbûna tecrîdê em bang li gelê xwe dikin ku 4'ê Nîsanê ji bo Meşa Amarayê berê xwe bidin Xelfetiyê."

'EM BERÊ XWE BIDIN AMARAYÊ'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ew di pêvajoyeke girîng de ye, bal kişand ser şerê li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku tecrîd û polîtîkayên şer bûne polîtîkaya rêveberiyê. Aydenîz got, "Ji bo rawestandina vî şer, rizgariya ji krîzê û misogerkirina azadî û wekheviyê Birêz Ocalan xwedî roleke dîrokî û girîng e. Em çima vê dibêjin. Ji ber ku di salên 2013-2014'an de me bi hev re ev dît. Di wê pêvajoyê de me dît ku eger bê xwestin, pirsgirêka Kurd dikare bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Lewma rol û mîsyona Birêz Ocalan gelekî girîng e. Îsal di Newrozê de û li qadên 8'ê Adarê bi milyonan kesî girîngiya Birêz Ocalan careke din anîn ziman."

Aydenîz destnîşan kir ku ew 4'ê Nîsanê weke 'jinûve bûyînê' dinirxînin û got, "Ji ber vê yekê bi ruhê 8'ê Adarê û 21'ê Adarê divê 4'ê Nîsanê bê pêşwazîkirin. Ji ber ku 4'ê Nîsanê 'jinûve bûyîn e'. Kurd bi saya Birêz Ocalan gihîşt wê astê ku ji tunebûnê, siyasetê diyar bike. Em jî ji gelê xwe dixwazin ku di çarçoveya çalakiyên 4'ê Nîsanê de berê xwe bidin Amarayê."

'BÛYÎNA KURDAN E'

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku mîna 8'ê Adarê û 21'ê Adarê, 4'ê Nîsanê jî ji bo Kurdan dîrokeke girîng e. Ozturk diyar kir ku Tirkiye li ser tunekirina Kurdan hatiye avakirin û got, "Xwestin ku Kurdan tune bikin. Armanc bi vî rengî bû. Nêzî vê armanca xwe jî bûn."

Ozturk destnîşan kir ku bi têkoşîna Abdullah Ocalan ev armanc hate têkbirin û got, "Bi Birêz Ocalan re Kurd li ser xaka xwe ji nû ve şîn bûn. Nasname û çanda xwe nas kirin. Ji ber vê yekê 4'ê Nîsanê ji bo me rojeke dîrokî û girîng e."

Ozturk ragihand ku 4'ê Nîsanê ji bo Kurdan roja bûyînê ye û ji her kesî xwest ku bi vê têgihiştinê pîroz bikin.